Piştî ku hat bihîstin komên çete li Serêkaniyê êrîşî noqteya kontrolê ya asayîşa sivîl kirin û nehiştin gel tevlî meşa Desteya Bilind a Kurd bibe, her wiha Serokê Meclîsa Gel a Bajêr Abid Xelîl kuştin, bi hezaran kesan berê xwe da Serêkaniyê. Di mudaxelekirina YPG'ê de jî, ji komên çete gelek kes hatin kuştin.
Li bajarên Qamişlo, Amudê û Dirbêsiyê welatiyên ku ji bo tevlî meşa ji aliyê Desteya Bilind a Kurd ve tê organîzekirin bibin diçûn Serêkaniyê, li daketina bajêr ji aliyên komên çete ve hatin astengkirin. Komên çete yên çûn noqteya lêgerînê ya asayîş sivîl gotin ku ew nahêlin gel bikeve bajêr.
Ji ber vê yekê Serokê Meclîsa Bajêr Abid Xelîl û rêveberên PYD'ê çûn cihê bûyerê. Abid Xelîl û welatiyan xwest ku ji koman bixwaze rê bidin gel, lê komên çete gule barandin. Di encama gulebaranê de Xelîl û ciwanekî ku navê wî nehat zanîn jiyana xwe ji dest da. Her wiha 3 endamên asayîşê jî birîndar bûn.
Ji ber van bûyeran Yekîneyên Parastina Gel (YPG) mudaxeleyî komên çete kir. Hate ragihandin ku di pevçûnan de ji komên çete gelek kes hatine kuştin û van koman xwe paşve kişandine.
YPG’Ê MUDAXELE KIR
Li hemberî van bûyeran Yekîneyên Parastina Gel (YPG) mudaxeleyî komên çete kir. Li gorî agahiyên destpêkê di encama mudaxeleya YPGê de gelek endamên komên çekdar hatine kuştin. Pevçûnên li bajêr li ser riya Dirbêsiyê didomin.
Endamê Meclîsa PYD'ê Dr. Ciwan Mistefa, diyar kir ku serê sibehê komên çekdar hatine ser noqteya kontrolê ya asayîşa sivîl a li ser riya Dirbêsiyê û gotine ku ew nahêlin gel derbasî bajêr bibe. Mistefa anî ziman ku li ser vê yekê ew û Abid Xelîl çûne cihê bûyerê, lê van koman ew gulebaran kirine. Mistefa, got ku komên çete ji ber mudaxeleya YPG'ê xwe paş ve kişandine.
GELÊ ROJAVA DIHERIKE SERÊKANIYÊ
Piştî ku agahiya êrîşên komên çete hate bihîstin, ji bilî welatiyên ji bo tevlîbûna meşê derketibûn rê, bi hezaran welatiyên din jî li wesayîtan siwar bûn û berê xwe dan Serêkaniyê. Bi taybetî ji bajarên Dirbêsiyê bi hezaran welatî bi wesayîtan çûn Serêkaniyê.
Komên çete yên behsa mijarê, di 8'ê mijdarê de ji aliyê Tirkiyeyê ve ketibûn bajêr. Piştî ev komên çete ketin bajêr ku tê gotin ji Tirkiyeyê piştgiriyê digirin, hêzên rejîmê jî herêm bombebaran kiribû.Di encama van êrîşên li Serêkaniyê de herî kêm 10 sivîl jiyana xwe ji dest dan, 70 birînda rbûn, nêzî 50 xanî hilweşiyan û zêdetirê 11 hezar kes koçber bûn.
Hêjayê gotinê ye ku Rojavayê Kurdistanê ji roja bûyerên li Sûriyeyê dest pê kirin adara 2011 ve cihê herî aram ê Sûriyeyê bû.