Li ser peymanên elektirîkê ên di navbera Îran û Iraqê de hatine nû kirin û her wiha qutkirina elektirîkê li Pencewînê hate protestokirin. Qeymeqamê Pencewîn Zana Rehman ê ku beşdarî xwepêşandana protestoyî bû anî ziman ku ji ber peymana elektirîkê ya di navbera Îran û Iraqê ya ku hatî nûkirin de bûne mexdûr. Rahman wiha got: “Welatî mafê xwe dixwazin. Pirsgirêk ji ber ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê pereyê heqê elektirîka Îranê nedane û peyman hatiye nûkirine. Ji ber vê sedemê elektirîka herêmê hatiye qutkirin.
Qeymeqam Rehman wiha axivî: “Herêma Pencewîn maye di navbera hikûmeta Iraq û Îranê de, daxwaza me ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê xeta elektirîka herêma Pencewîn li ser Silêmaniyê ve bê girêdan.”