Gelê Amedê wê Davûtoglû protesto bikin
Însiyatîfa Gel a Amedê daxuyaniyek nivîskî weşand, xwest ku sibehê li bajêr derabe û qontax bên girtin, ti kes neçe kar û dibistanan.
Însiyatîfa Gel a Amedê daxuyaniyek nivîskî weşand, xwest ku sibehê li bajêr derabe û qontax bên girtin, ti kes neçe kar û dibistanan.
Însiyatîfa Gel a Amedê da xuyakirin ku wê sibehê Serokwezîrê Tirk Davûtoglû li bajêr protesto bikin.
Însiyatîfa Gel a Amedê daxuyaniyek nivîskî weşand, xwest ku sibehê li bajêr derabe û qontax bên girtin, ti kes neçe kar û dibistanan.
Însiyatîfa Gel a Amedê têkîldarî sibehê hatina Serokwezîrê Tirk Ahmet Davûtoglû ya Amedê daxuyanî da, bal kişand ser terora dewletê ya li Kurdistanê.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Têkoşîna azadiyê ya 40 sal in gel û tevgera me dimeşîne bi berxwedanên xwerêveberiyê hatiye asteke nû. Li Cizîr, Sûr, Silopiya, Nisêbîn û Geverê ku berxwedanên xwerêveberiyê lê didomin, çeteyên dewleta faşîst bi mehan bi tank û topan li navçeyên me dan, gelê me qetil kirin. Tevî operasyon bi dawî bûne jî li Hezex, Cizir û Sûrê hê jî hilweşandina malên me didomînin. Dewletê dest danî ser Sûrê, ji milekî jiyangehên gelê me gasp dike ji milê din jî dîroka me tine dike.
WÊ DAVÛTOGLÛ BÊ PROTESTOKIRIN
Serokwezîrê faşîst Davûtoglû ji bo hilweşandina di cih de bibîne wê sibehê were Amedê. Gelê Amedê divê bi awayekî li gor dîroka xwe vî Davûtoglûyê faşîst protesto bike, pêşwazî neke.
Divê sibehê tevahî esnafên Amedê derabeyan bigire, ajokar qontaxan bigire, karker neçin kar, xwendekar ne4çin dibistanan.
Pêwîst e tevahî gelê me tevlî vê çalakiya protestoyê bibin, sibehê li Amedê jiyanê bisekinînin.”