Gelê Amedê diyar kirin, bi qeyûman wê ti encamê bi dest ve neyînin û gotin, ‘Bi dagirkirina şaredariyan nikarin bi me. Vîna me wê ji her carê qeyîmtir bibe." Amediyan destnîşan kirin, ku aqûbeta Erdogan jî wê weke ya Seddam be.
MELEK YUKSEL
AMED
duşem, 28 sermawezê 2016, 13:19
Gelê Amedê têkilidarî qirkirina siyasî ya AKP/Qesrê û desteserkirina şaredariyên DBP’ê ji ANF’ê re axivîn.
CAN: AKP DEMÊN XWE YÊN DAWÎ DIJÎ!
Mustafa Can desteserkirina şaredariyên Kurd wek tola encamên hilbijartina 7’ê Hezîranê nirxand û got, ‘’Qesrê di dema hilbijartinê de ku digot, ‘xeyala min e’ tişta ku bi hilbijartinê bike, bi zorê bi dest xist. Tenê sedemeke desteserkirina şaredariyan nîn e helbet; hêlên wê yên siyasî, ekonomîk û kulturî hene. Lê sedem çi dibe bila bibe em vê helwesta derhiqûqî û dijminane qebûl nakin û şermezar dikin. AKP serdema xwe ya deawî ya desthilatdariya xwe ya derhiqûqî dijî.’’
TURHAN: EV 90 SAL IN TI ENCAM BI DEST VE NEANÎN
Şaban Turan jî li ti civakên ku bi demokrasiyê têne birêvebirin qeyûm nabin û got kesên ku bi dengên gel hatine hilbijartin dîsa tenê bi dengê gel dikarin ji peywirê werin kirin û ne zagonî ye kesên ku bi dengê gel hatine hilbijartin ji peywirê werin kirin. Bi berdewamî Turhan diyar kir ev polîtîkaya dewleta Tirk ev 90 sal in berdewam in û ti caran tiştek jî bi dest ve neanîne bi rêya van polîtîkayan.
ULKER: EM Ê ROJÊN RONAK BIBÎNIN
Muşşeher Ulker jî got dema ku qeyûm tê gotin di hişê Kurdan de tenê nehiqûqî û zilm çêdibe. Bi berdewamî, Ulker diyar kir ku AKP bi desteserkirina şaredariyan, bi gitina hilbijartiyan polîtîkaya çavtirsandinê li ser gel pêk tîne lê tiştek ku ew ew ji bîr dikin, ew jî ev e ku ev gel bi zindanan, tirsa mirinê û koçberbûnê nikare were terbîyekirin û ku hêra vî gelî rabe wê wan di xwe de bifestisîne. Herî dawî Ulker Erdogan û Sedam şibande hev û got, ‘’Seddam bi bîr bînin, heman aqûbeta li benda Erdogan e. Kurd ne tenê ne, pişta xwe daye çiyayên asê.’’