Endama Komîteya Rêveber a PKK'ê diyar kir ku di serî de gelê Agirî hemû gelên bindest ên herêma Serhedê wê dengê xwe bidin HDP'ê, ku hêviya jiyaneke hevpar û azad a hemû derdorên civakî, çand û baweriyan e. Ararat destnîşan kir ku serketina HDP'ê di hilbijartinan de wezîfeya neteweyî û demokratîk e û got, "Ez bawerim hemû alîgirên demokrasî, azadî, aştî û biratiyê yên deng didin HDP'ê di sibeha 8'ê Hezîranê de wê serketina dîrokî ya HDP'ê pîroz bikin."
Endama Komîteya Rêveber a PKK'ê Evîndar Ararat, di têkoşîna azadiyê de cihê Agirî û hilbijartinên giştî yên 7'ê Hezîranê ji ANF'ê re nirxand.
Birêz Ararat, xebatên hilbijartinê destpê kirin. Partiyan lîsteyên namzetên xwe radestî Desteya Hilbijartinê ya Bilind kirin, beyannameyên xwe aşkera kirin û lîderên partiyan daketin qadan. Hûn bi xwe ji Agirî ne û herî dawî Agirî bi provokasyona artêşa Tirk a li Tendurekê ket rojevê. Ez ê van bûyeran bipirsim, lê beriya her tiştî dixwazim em li ser Agirî biaxivin. Rewşa sosyo-polîtîk a Agirî çi ye? Agirî bajarekî çawa ye?
Weke ku tê zanîn Agirî bajarekî Serhedê ye, ku bi peymana Kasr-i Şîrîn 1936'an de di navbera bajar û Rojhilatê Kurdistanê de sînorên cografîk hat xêzkirin. Çavkaniya bingehîn a debara wê sewalkarî û karê çandiniyê ye. Ji ber ku bajarekî di heman demê de li ser sînor e, bi taybetî welatiyên li navçeyan dijîn bi bazirganiyê re jî mijûl dibin. Lê belê ji ber polîtîkayên dewletê, di salên dawî de bazirganî êdî ne weke çavkaniyeke debarê tê dîtin. Her wiha ji ber qedexeya derketina zozanan jî, sewalkarî gelekî zehmet e.
AGIRÎ TI CARÎ TESLÎM NEBÛ
Sedema zêdebûna koçberiya ber bi derveyî welat û metropolan çi ye?
Polîtîkayên zextdar û zor û zehmetiyên debarê bûn sedem ku bi taybetî nifşê ciwanan weke hêza erzan a kar bi demsalî berê xwe bidin metropolên Tirkiyeyê. Bi taybetî ji ber terora dewletê ya salên 90'î, ber bi metropolan û welatên Ewropayê ve koçeke zêde rû da. Yek ji bajarên girîng ê Kurdistanê ye, ku dewletê ji aliyê aboriyê û derfetên binesaziyê ve herî zêde mexdûr kiriye, bi bêkarî-birçîbûn-xizaniyê hewl daye terbiye bike û teslîm bigire. Lê belê tevî van polîtîkayên taybet û pêkanînên zextdar jî, gelê Agirî teslîm nebûye, nirxên xwe yên dîrokî yên weke çand ziman û nasnameyê parastiye, jiya ye.
LI AGIRÎ ZAROK BI DESTANÊN BERXWEDANÊ MEZIN DIBIN
Raperîna Agirî di dîroka Kurdistanê de xwedî cihekî girîng e. Vê raperînê bandoreke çawa li gelê herêmê kiriye. Bandoreke çawa li karaktera herêmê kiriye?
Agirî cih û warê raperînê ye. Bi xwedîderketina li nasname û dîroka Kurd, bi serhildana xwe ya ji bo parastina van nirxên xwe tê naskirin. Em hemû mirovên li Agirî ji dayik bûn û mezin bûn, bi van kevneşopiyan mezin bûn. Ji zarokatiya xwe û pê ve me li çîrokên berxwedana gelê Agirî ya li dijî zilm, zext û neheqiyê guhdarî kirin. Bi çîrokên destanî yên weke Biryê Heskê, Îhsan Nûrî Paşa û bi sedan lehengên weke wan ên li dijî zext û zilma dewleta Tirk berxwedaneke bêhempa nîşan dan, mezin bûn. Bi taybetî bi bîranîn û çîrokên raperîna Agirî û Geliyê Zîlan em mezin bûn. Li gel van, îşkence, komkujî û sirgûnên dewleta Tirk li jin, zarok, extiyar tevahiya gel kir, ji aliyê mezinên me ve ji me re hatin vegotin. Li dijî vê yekê em hînî hêrs, berxwedan, serî netewandin û xwedîderketina li çand, ziman, nasname û kevneşopiyên xwe bûn.
PKK'Ê ÇIRÛSKA RAPERÎNA 29. LI BAZÎDÊ PÊXIST
Agirî ji aliyê PKK'ê ve xwedî taybetmendî û girîngiyeke çawa ye?
Gelê Agirî bi welatparêzî, mêvanperwerî û germahiya xwe ya di têkiliyên civakî re ji roja destpêkê ve deriyên xwe li Apoyiyan vekiriye, hemû derfetên xwe ji bo serketina têkoşîna PKK'ê seferber kiriye. Rêber Apo civîna destpêkê ya pêngava rêxistinbûyîna li Kurdistanê li Bazîdê pêk aniye. Weke yek ji cihê destpêkirina tevgera zindîkirina mîrateya raperîna Agirî bi tevgera PKK'ê re û derxistina ruhê berxwedanê yê ku dijmin digot 'di beton de hatiye veşartin', Agirî û Bazîd hilbijartiye. Ev civîna destpêkê ku tê wateya ji nû ve xwedîderketina li kokên xwe û pêxistina çirûska destpêkê ya belavkirina raperîna 29. li çar aliyên Kurdistanê, veguherî tevlîbûna bi hezaran jinên ciwan û mêrên ji Agirî li nava refên gerîla. Bi vî rengî kevneşopiya ku dijmin digot min di nava beton de veşartiye, veguherî têkoşîna xwegihandina civakeke nû, demokratîk, azad, aştiyane, adîl û wekhev.
SEMBOLÊN AGIRÎ
Rêhevalên Ahmet Kesîp, Tekîn Kizilay (Sûat), Sema Yuce, Sînem, Berbang, Hêlîn, Nûrettîn Tûran (Dr. Egîd), Azîme, Mûrat Ozturk, Sîdar û bi sedan lehengên destan nivîsandin, bûn milîtan, pêşeng û sembolên Serhedê, ku bi serbilindî û dildariya azadiyê re, bi felsefeya Rêber Apo re biryardariya afirandina jiyana azad a nû nîşan dan.
Ji ber vê sedemê, dewleta Tirk her tim bi polîtîkayên taybet re nêzî Serhedê bû. Nexwest ev herêm ti carî aram bibe. Asîmîlasyon bi rêbazên gelekî cuda re xist dewreyê. Pêşîgirtina li razemendiyên aboriyê, bêkarî û xizaniya ku weke qederê da qebûlkirin û polîtîkayên zexta bê navber veguherand polîtîkaya bingehîn.
HAYA GELÊ AGIRÎ JI SEXTEKARIYA AKP'Ê HEYE
Dixwazim li roja îro vegerim. Di du hilbijartinên dawî yên li Serhedê de pêngaveke girîng xuya dike. Vê rewşê bandor li siyaseta AKP'ê ya li hemberî Agirî kiriye?
Piştî ku bi Tevgera Azadiyê ya Kurd re têkilî hat danîn di nava gel de, di asteke girîng de hişmendî û zanebûna polîtîk, rêxistinbûyîn û çalakiyê derket holê. Li hemberî pêşketina Serhediyan di qada siyaseta demokratîk, serhildanan û tevlîbûna li nava refên gerîla de, hikûmeta AKP'ê giranî da polîtîkayên taybet ên li dijî Agirî. Hewl da hestiyariya gelê me ya baweriyê bikar bîne û bi rêya ol ji xwe re bingehekê ava bike. Piştî ku gel bi vê sextekariyê hesiya vê carî jî hewl da bi zext û girtinan gel bitepisîne. Di hemû hilbijartinên deh salên dawî de, li Agirî her tim fen û hîle hatin kirin.
Di hilbijartinên dawî yên herêmî de, tevî ku deng deh caran hatin jimartin jî, bi navê xwe yê wê demê BDP bi ser ket. Hilbijartin hat dubarekirin û vê carê jî BDP bi rêjeyeke bilind a dengan qezenç kir.
YA LI TENDUREKÊ RÛ DA SEKNA BI RÛMET A KURDAN E
Em dikevin hilbijartineke nû. Ji bo hilbijartinên 7'ê Hezîranê mehek ma. Di hefteyên bihurî de li Agirî provokasyonekê rû da. Çi Agirî çi bû? Hûn helwesta gel a li hemberî vê provokasyonê bi çi rengî dinirxînin?
Operasyona bi plan a li Tendurekê ya bi fermana Walî bi xwe hat kirin, gulereşandina li gelê ku bû mertalê zindî û gerîlayên birîndar rizgar kir, şehîdkirina rêhevalên me Cezmî Bûdak û Canfeda Serhad, birîndarkirina welatparêzekî me, hewldana dawî ya provokasyonê ya hikûmeta AKP'ê ye. Hevalekî me yê di vê bûyerê de birîndar bû, piştre şehîd ket. Helwesta wêrekî û alîgiriya aştiyê ya gelê Giyadîn û tevahiya Agirî, ev provokasyon pûç kiriye û lîstika bi xwîn û qirêj a AKP'ê kişf kiriye. Em dizanin ku AKP'ê di hilbijartinên beriya niha de jî bi lîstikên bi vî rengî yên qirêj re derket nêçira dengan. Çawa ku gelê Agirî bi salane van lîstikên AKP'ê pûç dike û xwedî li vîna xwe ya siyasî derketiye, ji niha û pê ve jî wê sekna bi rûmet a Kurd û welatparêziya xwe ya berxwedêr û wêrek, di radîkaliya têkoşîna demokratîk a rêxistinbûyî de bi awayekî herdemî nîşan bide.
GIRÎNG E GELÊ AGIRÎ JI BO HDP'Ê SEFERBER BIBE
Bi dîtina we di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de li Agiriyê wê encameke çawa derkeve holê?
Gelê Agirî bê guman wê di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de jî dengê xwe bide HDP'ê, ku ji nava vî gelî derketiye û ji bo jiyana bi hev re û azad a hemû gelên bindest, derdorên civakî, bawerî û çandan têdikoş e. Li her devera Kurdistanê jî, ji ber jiyana hevpar a demokratîk a hemû civakên etnîkî û baweriyan diparêze wê deng ji HDP'ê re were dayîn. Ji bo serketina HDP'ê ya nûnertiya berxwedan, jiyana demokratîk-azad-bi rûmet-biratiyê dike û tevî hemû zext, bê edaletî û zehmetiyan mafên gelên bindest diparêze, divê tevahiya gelê Agirî bi awayekî seferberî bixebite.
7'Ê HEZÎRANÊ Û PÊVAJO
Hilbijartin bê guman ji nêz ve pêwendiya xwe bi pêvajoya çareseriya demokratîk a ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin heye. Girîngiya hilbijartinan ji bo pêvajoyê çawa ye? Encamên hilbijartinê wê bandoreke çawa li pêvajoyê bikin?
Ji bo serketina pêvajoya çareseriya demokratîk a Rêber Apo da destpêkirin û pêkhatina aştiya civakî, derbasbûna HDP'ê ji bendê wê bibe gaveke dîrokî. Ji bo dawîanîna li desthilatdariya yek zilam, yek partî û tinekirina siyaseta înkar û tinekirinê ya xwe dispêre neteweperestiyê, girîng e HDP li ser navê gelên bindest, bawerî û çandên hatine înkarkirin vê şerma demokrasiyê bendê hilweşîne û cihê xwe di parlamentê de bigire. Ji bo pêşîgirtina li xalîfetiya nû ya Osmanî ku Erdogan xeyalê wê dike, ji bo afirandina sîstemeke parlamenter û destûreke bingehîn a nû ya demokrasiya piralî û xwecihî esas digire, dayîna dengan ji bo HDP'ê berpirsyariyeke dîrokî ye.
DAYÎNA DENGAN TÊRÊ NAKE, EWLEKARIYA SINDOQAN GELEKÎ GIRÎNG E
We beriya niha behs kirin. Di hilbijartinên beriya niha de li Agirî û gelek cihên din hîleyên hilbijartinê hatin kirin. Ji bo pêkanîna ewlekariya hilbijartinê û pêşîgirtina li dek û dolaban, wezîfeyeke çawa dikeve ser milê gel?
Beriya her tiştî dixwazim vê bêjim. Di serî de ciwan, divê tevahiya gelê me li hemberî provokasyonên gengaz hişyar û hestyar be. Herikîna dengên bêbiryaran ber bi HDP'ê ve, di dema hilbijartin û jimartina dengan de girtina tedbîrên li hemberî hîleyan û xwedîderketina li dengan berpirsyariyeke dîrokî ye. Em bawerin ku her welatparêzên me wê lîstikên dizîtina dengan û hîleyên di jimartinê de ji bîr nekin û xwedîderketina li dengên xwe weke mijareke rûmetê bibînin.
BANGA JI BO 7'Ê HEZÎRANÊ
Herî dawî tiştekî hûn dixwazin ji gelê Agirî re bêjin, peyameke we heye?
Eger em dixwazin pêvajoya aştiyê û çareseriya demokratîk bi ser bikeve û xwe bigihînin xaka azad a bi Rêber Apo re, divê qezençkirina HDP'ê weke berpirsyariya afirandina civaka azad û wezîfeya neteweyî ji aliyê her kesî ve were dîtin. Ez bawerim ku di serî de jin û ciwan, tevahiya gelê me yê Agirî wê bi vê berpirsyariya dîrokî beşdarî xebatên hilbijartinên 7'ê Hezîranê bibe û ji bo HDP bendê derbas bike bi hemû hêza xwe seferber bibe. Û bawerim ku mîna gelê Agirî wê hemû alîgirên demokrasî, azadî, aştî û biratiyê yên deng didin HDP'ê di sibeha 8'ê Hezîranê de serketina dîrokî ya HDP'ê pîroz bikin. Her kesên ji bo vê kedê didin ji niha ve pîroz dikim, silavên xwe pêşkêş dikim û di têkoşîna wan de serketinê dixwazim.