Gel ê ku meşa wê hat astengkirin: Wê hewldanên me bidome

Gel ê bi armanca şkandina dorpêça hêzên dewletê ya li ser Nisêbînê ji danê sibehê ve ji rêyên cuda hewl dide bikeve navçeyê, rastî astengiya hêzên dewletê hat.

Gel ê bi armanca şkandina dorpêça hêzên dewletê ya li ser Nisêbînê ji danê sibehê ve ji rêyên cuda hewl dide bikeve navçeyê, rastî astengiya hêzên dewletê hat. Gel ê bi biryara walîtiyê tê rawestandin got heta dorpêç bişkê wê ev hewldan bidomin.

Ji bo şkandina dorpêça hêzên dewletê ya li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê ku 17 roj in didome, gel di pêşengtiya rêxistinên HDP, DBP’ê de li hev civiya, tevî astengiyên leşker û polîsan jî ji rêyên gund hewl dan bikevin navçeyê. Ji ber tevahî rê ji aliyê leşkeran hate girtin, gel dîsa li fetlerêya Akarsû-Nisêbîn ya 10 kîlometre dûrî navçeyê ye li hev kom bû. Lê, li vir jî leşkeran gotin ku “Talîmata Walîtiyê heye û bi ti awayî wê destûra derbasbûyina neyê dayîn”, gel daxuyaniya çapemeniyê da.

Li ser navê gel Parlamenterê HDP’ê yê Mêrdînê Alî Atalan axivî, diyar kir ku li cîhanê di ti şerî de êrîşek wiha qetlîamwarî pêk nehatiye, got: “Li hember gelê Kurd êrîşên faşîzan pêk tên. Ti wijdan nikare van êrîşên faşîzan qebûl bike. Li vir zarok, jin û kal bi destên dewletê tên kuştin.”

Atalan ragihand ku piştî qetlîamên li navçeyên Cizîr, Sûr û Hezexêû niha jî li Gever, Nisêbîn û Şirnexê hewldanên qetlîamê hene, wiha domand: “Em îro ji bo ti welatî li Nisêbînê nemire hatine. Lê ev hewldana me mixabin hate astengkirin. Lê, em ji vê rêya pê bawer in venagerin. Em ê her tim daxwaza demokrasî û aştiyê bînin ziman. Ji bo dorpêça li Nisêbînê bişkînin jî em ê hewldanên xwe bidomînin.”

Piştî Atalan, Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Gulser Yildirim axivî, bi bîr xist ku eger dengekî bi hev re dernekeve wê qetlîam bi dawî nebin, xwest di vê mijarê de her kes hestiyar be.

Piştî axaftinan, girse belav bû.