Geçît û Çagli li Cizîrê spartin axê

Li Cizîrê Ayşenûr Geçît a 6 salî û Harûn Çagli yê 4 salî ku taqemenî bi wan de teqîya û jiyana xwe ji dest dan, li Cizîrê hatin definkirin.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê, duh danê êvarî li Taxa Cûdiyê zarokan cîsmek dîtin û ev bi wan de teqiya. Zarokê 4 salî Harûn Çagli û zaroka 6 salî Ayşenûr Geçît piştî teqînê rakirin nexweşxaneyên Êlih û Mêrdînê û li nexweşxaneyan jiyana xwe ji dest dan. Piştî otopsiyên Çagli û Geçît cenazeyên wan anîn Cizîrê. Ji ber qedexeyên derketina kolanan bi şev li Cizirê berdewam dike, malbat bêyî cenazeyan rawestînin li Cizîrê defin kirin.