Fosîlê 55 mîlyon salî dîrokê ji nûve dinivîse
Fosîlê 55 mîlyon salî dîrokê ji nûve dinivîse
Fosîlê 55 mîlyon salî dîrokê ji nûve dinivîse
Li prîmatê yekemîn yên ku 55 mîlyon salîn e testên temen hatin kirin û salê wan derket holê. Zanistan da zanîn ku piştî daneyan dê dîroka mirovahiyê ji nûve bê nivîsin.
Temenê îskeletê fosîlê sewalê wek meymunê yên ku boça wan a dirêj heye li herêma Hubeî ya Çînê hatiye dîtin, cîhana zanistê matmayî dihêle. 10 mîlyon sal piştî tunebûna dînazaron yanî 55 mîlyon salî berê jiyane. Ev sewal niha prîmata herî kevn ya cîhanê ye.
Prîmata wek Archîcebus achîlles tê bi nav kirin bi şev aktîftirin û tê fikirîn ku bi bihok û sewalên biçûk xwedî bûye.
Di lêkolîna ku di kovara Nature de hate weşandin de antropolgo Chrîstopher Beard mijarê digire dest û got divê daneyên zanistî yê di mijara pêşveçûna mirovan de bê rojevkirin û got der barê bedena prîmatên destpêkê de gahiyên girîng tespîtkirine.
Beard diyar kir ku her çiqas bê fikirin ku prîmatên boça wan dirêj ne bavê mirovan be jî, di mijara pêşveçûna mirovan de tespîtên girîng bidestxistine.