Forûma Civakî ya Cîhanê bû forûma pevgihîna çandan

Forûma Civakî ya Cîhanê bû forûma pevgihîna çandan

Forûma Civakî ya Cîhanê (FCC) îsal li paytexta welatê Tûnis Tûnisê  civiya. Cûdahiya vê formê ji formên din ên cîhanê ew e li Tûnisa ku ev forûm piştî raperîna gel a ku weke “Bihara Ereban” tê zanîn  lê dest pê kiribû, pêk tê. Ev pêşketin mohra xwe li Forûma Civakê ya Cîhanê xist. Di serî de welatên bakûrê Efrîka, welatên navîn û başûrê Efrîka, Amerîkaya Latîn gelek axaftvan, çavdêr, û guhdar beşdar bûn.

Di forûmê de tişta ku herî zêde balê dikişand jî jin bûn û mohra xwe li forûmê xistin. Bi taybet jinên li welatên Tûnis, Fas û Cezayê yên bakûrê Efrîkayaê pirsgirêkê, ceribandin û destkeftiyên xwe par ve kirin. Jinên Tûnisî jî biryar dan ku koalîsyonekê ava bikin.

Forûma ku pirsgirêkên siyasî, aborî, hawirdorê tên gotûbêjkirin, hema bêje veguherî forûma parvekirina çadan.

Ji her netewe, ji her reng, ji her welat, ji her bajar, bi hezaran mirov li hev civiyan û çadên xwe parve dikin. Ji ber ku em li welatekî Ereban in, lewma herî zêde çanda Erebî mohra xwe li forûmê dixe. Me dît ku Filistînî êş û janên xwe bi dans û stranan vedibêjin û bi beşdaran re parve dikin. Her wiha, gelê navîna Sahrayê jî bi stranên bi tevger re beşdaran coşand. Ne tenê dans û mûzîk hebû. Her wiha, gelan li vir berhemên xwe yên kevneşopiyê, bazar dikin, jin jî çenteyên xwe yên bi dest çêkirine û gelek hunerên destan nîşan didin û difiroşin.

Li vir ez ji bo civîneke li ser avahewayê bişopînim diçim beşa gotûbêj lê tê kirin. Ji ber şaşfêmkirinê ez dereng mam. Nêzî 15-20 kes civînê dişopînin. Li dijî guhertina avhewayê endezyariya hawirdorê. Mijareke balkêş e. Bi taybet  behsa têkoşîna li dijî guhertina avhewaya cîhanê ya ji ber pevçûnên nukleerî yên ku qaşo li dijî komîzmê hatine çêkirin. Li vir beşdar nêrîn û pêşniyarên xwe yên ji bo pêşîlêgirtina guhertina avhewayê. Yek ji beşdaran pêşniyara sulfatkirinê dike. Lê ev rêbaza çareseriyê dê bibe sedem ku dê hemû zindiyên li vir zirarê bibînin! Zanyar, piraniya wan ji bo “rizgarkirina” dixwazin hemû gelên li ekvadorê, bi hezaran endamên wan, heta bi milyonan endamên wan gelan bikujin. Û didomîne: çawa bibe jî dê bi milyonan mirov ji ber guhertina avhewayê bimirin, lê gava ev yek bikeve meriyetê em dikarin hejmara miriyan kêmtir bikin!  Her wiha careke din balê dikişînin ser polîtîkayên tunekirinê yên şîrketên mezin ên cîhanê û ceribandinên welatên weke DYA, Japonya, Kaneda, Norwec û Îngilîstanê. Piştre telefon tê û ez derdikevim û civîn didome. Civîna ji bo “rizgarkirina” beşek a cîhanê û ji bo vê yekê tunekirina beşek ji zindiyên cîhanê. Herî zêde beşdarên ji welatên Amerîkaya Latîn hatine tevlî civînên li ji bo hawirdorê dibin. Yên ku herî zêde gotûbêj dikin ew in. Û Kurd in...

Li gelek cihan tandên pirtûkan ên bi erebî, standên avê, dîsa li rastî standekê têm, jinek berhemên xwe yên destan bazar dike. Li aliyeke din jî kampa ciwanan. Ji hemû gelan ciwanên komunîst li hev civiyan dem bihev re diborînin, ez ber bi panelên jinan ve diçim, li herêma A. Li wir bi dehan kon hatine vedan, yer yek ji wan ji jinên cûda yên cîhanê pêk tên û li hev dicivin. Bi hev re dipeyivin û ceribandên xwe bi hev re parve dikin, her wiha hev du nas dikin.

Lê ne tenê tiştên xweş hene, li aliyekê jî çalakiyên li dijî cezayê îdamê hene, wêneyên kesên li Îranê hatine dardakirin dideynin li ber wêneyan staranan dibêjin û dixwazin balê bikişînin ser. Li aliyeke din jî jin li dijî cinayet, îşkenceyê kampanyayan dimeşînin û meş li dar dixin. Her kes bi baldarî lê dimeyzîne û hewl didin fêm bikin. Tişteke din ku bala min dikişîne lîsteya mîna kelehekê çêkirine û navên 16 hezar û 175 kesên ku xwestine biçin Ewropayê û di rê de jiyana xwe ji dest dane hatine nivîsandin. Lîste her roj li cihek ê Zanîngeha el Manarê ve tê daliqandin...
Êvaran jî mirov bi wê westandina xwe ve guhdarî mûzîkê dikin û dansê dikin. Bi sedan ciwan guhdarî konsereke ku ji aliyê komeke Tûnisî ve tê dayin dikin. Piraniya stranên Erebî dibêje, carna jî bi Fransî. Lê em dizanin ku hemî jî sîrûd in. Bi sedan kesên ku pir westiyane, bêyi ku guh bidin vê yekê guhdarî mûzîkê dikin.

Kurdên ku tevlî forûmê bûne jî ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan digerin û îmze kom dikin, li aliyekê îmze kom dikin û aliyekê  jî derbarê pêşketinên li Kurdistanê de bersivê didin pirsan. Li cihê konserê piraniya wan ciwan, hema bêje ji hemû gelan mirov hene. Hevalek ji min re dibêje ew ku ew bi Fransî nizane, ger bipirse tu alîkar be. Em diçin, we derdê xwe dibêje ez jî alîkarî dikim. Em dibêjin ku armanca me komkirina îmzeyan ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullha Ocalan e. Piraniya wan dibêjin ‘ooo Ocalan, belê çima na. Em îmze bidin” û îmze dikin. Piştre jî ji Kurdan re daxwaza serkeftinê dikin. Lê li ciheke wisa berhevkirina îmzeyan zor e, ji ber ku mirov ji bo guhdarkirina muzîkan tên. Hevalek diçe pişt dikê û ji mûsîyeke ku berê hev nas dikirin dixwaze ku li ser dikê bang bike ku girse destekê bide kampanyaya îmzeyan. Mûzîsyen piştî ku straneke dirêj ji bo muxalîfê Tûnisî Şukru Belaid dibêje, bi erebî dibêje: “Delegasyoneke Kurd heye û ji bo azadiya rêberê xwe Ocalan îmze berhev dike. Hûn jî bihîstyar bin” û bang dike.  Hevalên di heyeta Kurdan de jî îmzeyan kom dikin.

Jixwe bi tevahiya rojê îmzeyan berhev dikin û li aliyeke din jî beşdarî civîn û çalakiyên di çarçoveya forûmê de dibin...