Forûma Civakî ya Cîhanê binçavkirina Orkan şermezar kir

Forûma Civakî ya Cîhanê binçavkirina Orkan şermezar kir

Binçavkirina Alîkarê Serokê KON-KURD’ê û endamê KNK’ê Yilmaz Orkan ku li Brukselê pêk hat, hate rojeva Forûma Civakî ya Cîhanê (FCC) ya ku li Tûnisê bi rê ve diçe. Konseya Navneteweyî ya FCC’yê bi weşandina deklerasyonekê binçavkirina Orkan şermezar kir.

Roja çarşemê 27’ê adarê binçavkirina Endamê Desteya Rêveber a Konfederasyona Komeleyên Kurd ên li Ewropayê (KON-KURD) hate rojeva Forûma Civakî ya Cîhanê ya ku li Tûnisê pêk tê. Deklerasyona şermezarkirina binçavkirina Orkan hate qebûlkirin.

Di deklerasyonê de hat gotin: “Em rêxistinên girêdayî Forûma Civakî ya Cîhanê binçavkirina Yilmaz Orkan ku 24’ê adarê li Balafirgeha Navneteweyî y Brukselê pêk hat şermezar dikin.”

Konseya Navneteweyî ya FCC’yê bi bîr xist ku ji bo Orkan beşdarî FCC’yê bibe, hatibye balafirgehê û li wir hatiye binçavkirin û wiha hat gotin: “Yilmaz Orkan endamekî Konseya Navneteweyî ye.”  Her wiha hate diyarkirin ku Orkan di heman demê de endamê Kurdish Network (Tevna Kurd) û Tevna Cîhanê ya Mafên Kolektîf a Mirovan (RMDCP) ye jî.

Konseyê destnîşan kir ku Spanyayê fermana girtina Orkan daye Europolê  û got: “Em van pêkanînên ji bo krîmînalîzekirina têkoşîna gelê Kurd a ji bo mafên xwe yên sereke red dikin.”