FKÊ cejna Çarşema Sor li civaka Êzidî û tevahiya gelê Kurdistanê pîroz kir

FKÊ cejna Çarşema Sor li tevahiya civaka Êzidî û gelê Kurd pîroz kir û got, "Em bi ruhê berxwedana Bakur û Rojavayê Kurdistanê, Sengalê û hemû qadê tekoşînê tevlî pirozbahiyên Cejna Çarṣema Sor bibin."

Federasyona Komeleyên Êzidiyan (FKÊ) bi wesîleya Çarşema Sor peyamek weşand û cejn li civaka Êzidî, gelê Kurd û Kurdistanê û tevahiya mirovahiyê pîroz kir.

FKÊ bibîr xist, ku Çarşema Sor di heman demê de weke 'Cejna Sersalê', 'Cejna Tawizî Melek', 'Bûka Salê' û 'Roja afirandina cîhanê' tê naskirin û hat ragihandin, ev cejna herî kevin a civaka Êzidî weke sersala Kurdî tê pîrozkirin.

WATEYA ÇARŞEMA SOR

Der barê cejna Çarşema Sor, ku weke Çarşema Serê Nîsanê jî tê binavkirin de ev agahî hat dayîn:

"Li gorî bîr û baweriyên civaka me, roja afirandina cîhanê, peydabûna xêr û bereketa axê ye. Çarşema Sor roja destpêka aştî û aramiyê ye. Xweza reng diguhere di wê rojê de. Li gorî mîtolojî û baweriya Êzîdiyan, berê cîhan hemû av bû. Bi diharbûna miliyaketên Xwedê re cîhan tê meyandin. Wê rojê Tawisî Melek ji ezmana dihar û nazilî erdê bûye. Lewma jî li gelek deveran wekî cejna Tawisî Melek tê pîroz kirin. Di vê cejnê de, basimbar (ji benê bi rengê kesk û sor û zer) tê çêkirin. Wateya basimbar xêr, bereket, pêṣîlêgirtina qeda û bela ye. Basimbar li destê jin, mêr, qîz, zarokan, zada, her tiṣtekî pîroz û navdar ve tê girêdan. Meha Nîsanê, hem destpêka şînbûna xweza ye û hem jî bûka salê ye. Di vê cejnê de, baqên kûlîlkên rengê reng ji xemla Nîsanê bi her cihekî pêwîst û girîng ve têne dalaqandin. Di meha Nîsanê de Êzîdî bûka dernaxin, ji ber ku meha Nîsanê bi xwe bûka Salê ye. Cejna Çarşema Sor di heman demê de xemla çanda Kurdî û baweriya me ye. Lê mixabin bi sedê sala ye ji ber zordestî û desthilatdariya biyanî û di hindiruyê civakê de vîn/îrade ya perçebûyî, nehiştiye Çarşema Sor li gorî pîroziya xwe were pêşwazikirin."

'EGER EM LI XWE XWEDÎ DERKEVIN, KES NAYÊ ME NAPARÊZE'

Di dewama daxuyaniyê de bang li tevahiya civaka Êzidî ya dilsoz hat kirin, ku vê çanda qedîm biparêzin û hat gotin, "Pêwîste em wek civak û saziyê wê di vê têgihiştin û zanistiyê de bin, çanda me û baweriya me di bin xeteriyeke mezin de ye û em di pêvajoya hebûn û tine bûnê de derbas dibin. Eger em li nirxên xwe xwedî dernekevin, kes nayê me naparêze, rêveberiyê ji me re nake û azadiya me bi hêsanî diyarî me nake. Em neçar in tifaqa xwe çêkin, di her milî de hêza xwe xurtir bikin û çarenûsa xwe bi destê xwe binivîsînin. Ji bo avakirina Êzîdxan û azadiya civaka me derfetê heyî ne hindik in û di dîroka civaka me de kêm hatine bi destxistin. Pêwîste em van rojê zêrîn baş binirxînin û ji bo serketinê hemû hêza xwe seferber bikin. Dîsa li welatê me bi destê dijminê hov şerekî qirêj dewam dike. Gigrîng e em wek civaka Êzidiyan û saziyê wê li ku derê dibe bila bibe li dijî zordestiyê û koletiyê têkoşîna xwe bilindtir bikin û bi hemû hêza xwe tevlî berxwedana gelê xwe bibin. Bi van bîr û baweriya em cardin cejna Çarşema Sor li civaka Êzdiyan û gelê  Kurdistanê pîroz dikin û bangawaziyê li tevahiya gelê xwe û dostên civaka me dikin, bi ruhê berxwedana Bakur û Rojavayê Kurdistanê, Sengalê û hemû qadê tekoşînê tevlî pirozbahiyên Cejna Çarṣema Sor bibin."