Fezleyek jî ji bo Şerafettîn Elçî

Fezleyek jî ji bo Şerafettîn Elçî

7’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ji bo rakirina mafê destlênedanê ya Parlementerê serbixweyê Amedê û Serokê KADEP’ê biryara fezleyekê da.

Di rûniştina îro pêk hat de ji ber pirsgirêkên tendurîstî Elçî nekarî tevlî rûniştinê bibe. Parêzerê Nûşîrevan Elçî amade bû.

Dadgehê biryar da ku ji Midûriyeta Giştî ya Cezaya Wezareta Dadê a Tirk re ji bo rakirina mafê destlênedanê ya Elçî fezlekeyek bişîne.

Dadgehê Elçî bi “propagandaya PKK’ê” û “li ser navê rêxistinê suc kiriye” tawanbar kir.