Serdozgerê Komarê yê Wanê ku di derbarê parlamenterê BDP’ê yê Wanê Ozdal Uçer de bi hinceta ku di merasîma cenazeyê de axiviye fezleke amade kir û şand Wezareta Dadê.
Serdozgerê Komarê yê Wanê di derbarê Ozdal Uçer de bi hinceta ku di şîna gerîla de di 31’ê cotmehê de axiviye lêpirsîn da dest pêkirin.
Di çarçoveya lêpirsîna nêzî mehekê berdewam kir de, dozgeriyên dîmenên kamerayê yên gotinên Uçer lêpirsîn kir û fezlekeya ji 10 rûpelî pêk dihat amade kir û şand Midûriyeta Giştî ya Karên Cezayê ya Wezarata Dadê.
Di fezlekeyê de tê xwestin ku Uçer ji ber ‘li ser navê rêxistinê sûc kiriye’ li gorî hêjmara TCK’ê ya 314/2 û 214/1 bê darizandin û destnedana wî rabe.
Konê sersaxiyê yê ji bo gerîlayên HPG’ê Mehmet Goyî (Muhyettin Kaplan) li Wanê hatibû vedan ji aliyê polîsan ve di ser de hatibû girtin. Tê îdia kirin ku Uçer gotiye ‘ji hevalan re bêjin bila çekên xwe bigirin’ ji ber vê lêpirsîn vebûye.