Fermandariya YPJ’ê salvegera damezrandina YPJ’ê pîroz kir
Bi wesîleya 3. salvegera damezirandina YPJ, Fermandariya Giştî ya YPJ’ê daxuyaniyek nivîskî weşand, damezirandina YPJ’ê li hemû jinên azadîxwaz hate pîrozkirin.
Bi wesîleya 3. salvegera damezirandina YPJ, Fermandariya Giştî ya YPJ’ê daxuyaniyek nivîskî weşand, damezirandina YPJ’ê li hemû jinên azadîxwaz hate pîrozkirin.
Bi wesîleya sêyemîn salvegera damezirandina Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), Fermandariya Giştî ya YPJ’ê daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de damezirandina YPJ’ê li hemû jinên azadîxwaz hate pîrozkirin. Her wiha ji bo tecrûbeya xwe bidin tevahî jinên cîhanê yên li ser xeta azadiyê hate gotin ku ew wekî hêzên YPG’ê deriyê wan ji hemû jinan re vekiriye.
Daxuyaniya Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) wiha ye:
“Bi boneya sêyemîn salvegera avakirina Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) despêkê em li hemû jinên Parazvan û jinên cîhanê bi giştî û Rojava bi taybetî pîroz dikin .
Felsefeya neteweya demokratîk, bi saya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk têkoşîna me wek jin misoger kir. Bêguman ev tecrûbe bû ronahiya tevahî jinên cîhanê. Ev yek jî bi saya fedakariya bêhempa û bê rawestandin a jinan li her qadên berxwedanê di heman demê de şehîdên pîroz ku canê xwe kirin diyarî û dane xuyakirin ku her bihostek ji axê yan jî şoreş an civak an dîrok wê hebûna wê veşartî be ku jin têde cih negre.
Têkoşîna Yekîneyên Parastina Jin ne tenê di warê leşkerî de, lê belê di her warî de xwe bi rêxistin kir û parastina nirxên dîrokê, di nava du salan de pêşketinek di her warî de ava kir. Jinan weke pêşengên rasteqîne cih girtin ku îro em bigihêjin asta rêxistinkirina di Rojava û tevahî cîhanê de. Beşdarbûna jinan a di çeperên şer ên li pêş û li dijî çete û hovên DAIŞ’ê şer kirin û rolek girîng lîstin. Jinan ji cîhanê re dan îspatkirin ku îradeya jinên azad û bi hêz û baweriya serketinê da diyarkirin û berdêlên wê yên giranbuha da îspat kirin ku çeteyên hov ku dûrî rastiya mirovahî û civakê ne, têk birin.
Di stratejiya parastina rewa û paradîgmaya civaka demokratîk de Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bi fedakariyek mezin li dijî hemû êrîşên hovane rawestiya ku bibe gavek dîrokî ji bo jinên azad û ber bi Sûriyeke demokratîk, ji bo vê yekê avakirina YPJ’ê di heman demê de bû Îfadeya ku hêza jinan dikare parastina xwe û hawirdorê bike. Her wiha cihê baweriya jiyanê ye, ji ber wê yekê jî tevahî jinên cîhanê dîtin ku rêya YPJ’ê rêya azadî û çareseriyê ye. Ji bo vê yekê em dibêjin ku YPJ ne tenê ji bo parastina jinên Kurd e, lê belê ji bo parastina tevahî jinên cîhanê ye.
Bi vê boneya pîroz em wek fermandariya Yekîneyên Parastina jin (YPJ) soz didin ku li ser rêya felsefeya azad ku me ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wergirtiye, her wiha şehîdên me yên leheng ên wekî Silava, Arîn, Rêvana, Warşînan, Destînan, Jiyanan, Zozanan, Jîndayan û bi sedan qehremanên ku canê xwe ji bo rêya azad û azadiya gelan feda kirine, bimeşin. Dîsa em amadebûna xwe ya ku em karibin em ê tecrûbeya xwe bi tevahî jinên cîhanê re bibin alîkar ku karibin tevahî jinên civaka xwe bi rêxistin bikin. Em dibêjin ku deriyê akademiyên me ji tevahî jinên ku birçiyên azadiyê ne vekiriye. Ji bo ku em layiqî xwîna pakrewanan bin, ev pêvajo ji her jinekê tê xwestin ku bi ruhekî berpirsyar tevbigere. Asta ku jin îro gihiştiyê dikare pêşengiya azadiyê bike û wê bi vê yekê pêşketina pêşerojek azad biafirîne. Em salvegera sêyemîn a avakirin YPJ’ê di serî de li felsefeya azad a Rêber Ocalan û li tevahî têkoşerên ku di çeperên şer de cih digirin û li tevahî jinên cîhanê pîroz dikin.”