Fermandariya YPG’ê ji welatiyên li herêma operasyonê xwest werin Cizîrê
Fermandariya Giştî ya YPG’ê bang li welatiyên di nava qadên ku operasyon lê dom dikin de dimînin kir ku, werin Kantona Cizîrê.
Fermandariya Giştî ya YPG’ê bang li welatiyên di nava qadên ku operasyon lê dom dikin de dimînin kir ku, werin Kantona Cizîrê.
Fermandariya Giştî ya YPG’ê bang li welatiyên di nava qadên ku operasyon lê dom dikin de dimînin kir ku, werin Kantona Cizîrê. Fermandariyê destnîşan kir wê her alîkariyek mirovî bê kirin û piştî operasyonê jî wê hemû alîkariya vegerê bê kirin.
Fermandariya Giştî ya YPG’ê daxuyaniyek nivîskî weşand û bal kişand ku çeteyên DAIŞ’ê gelê sîvîl weke mertalên zindî bikar tîne. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku çeteyên DAIŞ’ê li hemberî Hemleya Fermandar Rûbar Qamişlo têk çûne, lewre jî gelê sîvîl weke mertalên zindî bikar tîne û wargehên sîvîl jî bi mayin û kemînan tîne rewşa ku jiyan lê nebe. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin çete gel jî bi zorê dide koçberkirin û bang li gelê li herêma operasyonê kir ku ji bo zerarê nebînin, werin Kantona Cizîrê.
Di berdewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ji bo gelê ji ber şer û pevçûnan ji warê xwe koçber dibe, wê her alîkariyek mirovî bê kirin û wiha hate domandin: “Dema operasyonên me yên li hemberî çeteyên DAIŞ’ê bi encam bûn û çete ji van deran hatin paqijkirin, em amade ne ku ji bo vegera bi ewle ya welatiyan jî hemû alîkariyan bikin.”
Di dawiya daxuyaniyê de ev bang hate kirin: “Heta ku hemleya me ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê dom bike, gelê me yê ku neçar dimîne malên xwe biterikîne, bêyî ku pêdiviyê bibînin da ku derkevin derveyî Sûriyeyê û welatên din, dikare werin bajarên wekî Serêkaniyê û Hesekê yên Kantona Cizîrê. Ji bo welatiyên ku ji neçariyê malên xwe terk kirine, wê her alîkariyek mirovî bê kirin. Dema operasyon bi dawî bûn jî, ji bo vegera malên wan, wê her alîkariyek ji wan re bê kirin.”