Fermandariya YBŞ'ê greva birçîbûnê ya li Strasboûrgê silav kir

Fermandariya Giştî ya YBŞ'ê, greva birçîbûnê ya Meclîsa Şengalê ya Dîasporayê silav kir û piştgirî da çalakgeran.

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ), têkildarî greva birçîbûnê ya li bajarê Strasboûrg ê Fransayê, ku ji aliyê Meclîsa Şengalê ya Dîasporayê ve hatiye destpêkirin û daxwaza hevdîtina bi Ocalan re û naskirina statuya Şengalê tê kirin, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Fermandariyê, greva birçîbûn silav kir û weke YBŞ'ê piştgiriya xwe ya ji bo vê çalakiyê eşkere kir.

Fermandariya YBŞ'ê di daxuyaniya xwe de ragihand, ku ji her alî ve êrîş li gelê Kurd tên kirin û da zanîn, ku ev demeke dirêj e ew nikarin ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ti agahiyê bigirin.

Fermandariya YBŞ'ê diyar kir, dijminên gelê Kurd naxwazin gelên bindest xwe di nava felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ji nû ve ava bikin û bibin xwedî sîstem. Fermandariyê destnîşan kir, ku gelê Kurd û hemû gelên bindest wê bi têkoşîneke mezin van êrîşên qirêj û kiryarên li derveyî mirovahiyê pûç bikin û serê xwe li ber dijmin netewînin.

Di daxuyaniyê de ev bang hat kirin: "Banga me li her kesên ji xwe re dibêjin 'ez mirov im', li hemû rêxistinên mafên mirovan e; li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bêdeng nemînin û xwedî li Rêberê xwe derkevin."

Li ser vê bingehê, em weke Fermandariya YBŞ'ê gelê xwe yê ku 17 roj in di çalakiya greva birçîbûnê de ne ji dil û can silav dikin û piştgiriya didin çalakgeran."