Fermandariya Giştî ya YPG: Hemû pêkhate bi hev re şerê DAIŞ’ê dikin

Fermandariya Giştî ya YPG’ê diyar kir ku hin derdor bi armanca ku rûyê DAIŞ’ê yê kujer xweşik bikin îdîa dikin û şerê li dijî çeteyan weke şerê li dijî pêkhateyane nîşan didin

Fermandariya  Giştî ya YPG’ê diyar kir ku hin derdor bi armanca ku rûyê DAIŞ’ê yê kujer xweşik bikin îdîa dikin û şerê li dijî çeteyan weke şerê li dijî pêkhateyane nîşan didin. Fermandariyê bang li rêxistinên navneteweyî kir ku serdana Kantona Cizîrê bikin û jiyana hevbeş a di navbera hemû pêkhateyan bibînin.

Fermandariya Giştî ya YPG’ê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser şerên li herêma Rojhilata Navîn û bi taybet Sûriyeyê û Iraqê şerekî berfireh li dijî çeteyên DIAŞ’ê dimeşe û daxuyaniya xwe wiha got: “Rola hêzên me di vî şerî de mezin e û di li gelek cihan çete têk birin. Şer û pevçûnên dijwar bi armanca derxistina çeteyên DAIŞ’ê bi temamî ji xaka Rojavayê Kurdistanê bênavber dewam dikin. Di vê berxwedana dijwar a li dijî çeteyên DAIŞ’ê û rakirina ala bersivdayîna li dijî wan û parastina hemû pêkhateyan ku hêzên me dimeşînin, hin saziyên çapemeniyê tên û behsa şerê di navbera hêzên me û hêzên piştevaniya wan dikin û çeteyan dikin.ˮ

‘RASTIYAN BEREVAJÎ DIKIN’

Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin ku saziyên çapemeniyê rastiyan berevajî dikin û wiha dewam kir: “Rastiyan berevajî dikin, dixwazin hêzên me reş nîşan bidin û bi tiştên ku hêzên me nekirine wan tawanbar bikin. Saziyên çapemeniyê agahiyên xwe dispêrin raporên rêxistina Mafê Mirovan a Sûriyeyê, ku ji destpêka damezirandina xwe ve ti ked nedane. Ji bo ku rastiya hêzên me YPG’ê reş nîşan bidin bi hemû hêza xwe ku ji alîkariya hin dewletên herêmê ve têne naskirin wergirtine kar dikin. Hêzên me wekî berpirsyarên sûcên çeteyên DAIŞ’ê yên li dijî mirovahiyê wekî kuştin, şewat û koçberkirina welatiyan tawanbar dikin. Di vir de em bi nav Rêxistina Mafê Mirovan a Sûriyeyê ku di sala 2011’an de hate damezirandin diyar dikin. Ev rêxistin îdîa dike ku ew ji bo belavkirina çanda mafê mirovan kar dike, lê ya rast diyar dibe li dijî vê yekê ye. Ev rêxistin rastiyan bi zanebûn û bi awayekî plankirî berevajî dike. Ev rêxistin vê yekê bi alîkariya hin hêzên herêmê ku pişgiriya aborî didin wan pêk tînin. Îsbata vê yekê jî ew e ku rêxistina behsa mijarê çeteyên DAIŞ’ê wekî muxalefeta Sûriyeyê binav dike.ˮ

‘EREB BEŞEK SEREKE JI HÊZÊN ME NE’

Fermandariya Giştî ya YPG’ê di daxuyaniya xwe de da zanîn ku pêkhateyên Ereb beşeke sereke ji hêzên YPG’ê ne û wiha dirêjî da daxuyaniya xwe: “Bi îdîayên xwe êrîşî hêzên me yên YPG’ê ku li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer dikin, Îdîayan belav dikin ku hêzên me li dijî pêkhateyên Ereb komkujiyan pêk tînin. Bi vê yekê rastiyan berevajî dikin. Em ji wan re dibêjin ku pêkhateyên Ereb beşeke sereke ji hêzên me ne. Ev rêxistina behsa mijarê îdîa dike ku ew agahiyên xwe dispêre nûçegihanên wê yên li herêmê, di vê yekê de ji bîr dikin ku piraniya nûçegihanên wê endamên partiya Baas in, bi raporên xwe ku berê nivîsandine têne naskirin. Niha jî raporên wan nasnameya wan diyar dike. Raporên xwe bi kîn dinivîsin û bi pişgiriya ‘Rexistina Hiqûqî’ dixwazin rastiyan berevajî bikin, tevliheviyê di herêmê de derbixin û rûyê çeteyên DAIŞ’ê yên kujer weke rûyekî spî û xweşik nîşan bidin.ˮ

‘LI DIJÎ EXLAQÊ MIROVAHÎ Û ÇAPEMENIYÊ TEVDIGERIN’

Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin ku ev kiryarên bi vî rengî li dijî hemû exlaqên hiqûqî û rûmeta karê çapemeniyê ne û wiha dom kir: “Di wê dema ku hemû pêkhateyên Rojava bi yek destî li dijî terora DAIŞ’ê şer dikin û derbeyên giran li pey hev li wan dixin, di dema ku xwîna Kurd, Ereb û Suryaniyan ji bo parastina xakê di heman xendeqa şerê li dijî çeteyan dirije. kiryarên bi vî rengî têne kirin.ˮ

BANGA HIŞYARIYÊ

Fermandariya Giştî ya YPG’ê di daxuyaniya xwe de bang li hemû saziyên mirovî û komeleyên parastina mafê mirovan û azadiyan ên giştî kir û got: “Em bang li hemû saziyên hiqûqî, komeleyên parastina mafê mirovan û azadiyên giştî dikin ku bi dema tiştan belav bikin, bi baldarî tevbigerin. Bi taybet di mijarên ku bandora wan li ser erdê û jiyana hevbeş a li kantona Cizîrê ku di navbera hemû pêkhateyan pêk tên. Lê saziyên ku bi armanca hin karên taybet hatine avakirin û xwe xistina bazarê de û li gorî planekê ku berê ji wan re hatine danîn kar dikin. Ne mumkin e ku karê xwe biguherin. Nikarin ti guhertinan di karê xwe de pêk bînin, ji van wekî nimûne (Rêxistina Mafê Mirovan a Sûriye)û (Kurd Watş) ku di raporên xwe de dixwazin tevliheviya di navbera hemû pêkhateyan de derxin.ˮ

‘ŞERÊ LI DIJÎ DAIŞ’Ê WEKE ŞERÊ LI DIJÎ EREBAN BI NAV DIKIN’

Fermandariya Giştî ya YPG’ê destnîşan kir ku saziyên behsa mijarê şerê YPG’ê yê li dijî çeteyên DAIŞ’ê wekî şer li dijî pêkhateyên Ereb nîşan didin û wiha dirêj da daxuyaniya xwe: “Di raporên xwe de şerê li dijî DAIŞ’ê wekî şerê li dijî pêkhateyên Ereb nîşan didin. Pêkhateya Ereb rojane tevlîbûna wan a di nava hêzên me û xebatên siyasî yên kantona Cizîrê de zêde dibe. Ev bi van raporên xwe yên li ser saziyên çapemeniyê dixwazin rê li vê yekê û li jiyana hevbeş bigirin, her wiha tevliheviyê di nava pêkhateyan de derxin û hebûna çeteyên DAIŞ’ê yê biyanî li herêmê rewa bikin.ˮ

‘HEMÛ PÊKHATE LI DIJÎ DAIŞ’Ê ŞER DIKIN’

Di dawiya daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: ˮEm jî dibêjin ku hewldanên wan dê têk biçin. Hemû pêkhate li dijî terorîstên biyanî şer dikin. Rêveberî ji bi beşdarbûna hemû pêkhateyan xwe berz dike. Hêzên parastinê jî bi milên hemû ciwanên gelê me bi hêz dibe. Em wekî hêzên YPG’ê me berê jî bang li hemû rêxistinên navneteweyî kiribûn ku serdana herêmê bikin û rewşê bi çavên xwe bibînin. Em careke din jî wan dawet dikin ku serdana herêmê bikin û li ser erdê rewşa biratî û jiyana hevbeş a di navbera hemû pêkhateyên ku bi hev re şerê terorê dikin bibînin.ˮ