Fermandarê Zagrosan: Behçet Ûrfa

Behçet Ûrfa, di pêngava 'Şerê Gel ê Şoreşgerî' de, ku PKK'ê di sala 2012'an de da destpêkirin, bi rêbaza xwe ya şer bû nûnerê ruhê fedayî.

Behçet Ûrfa, di pêngava 'Şerê Gel ê Şoreşgerî' de, ku PKK'ê di sala 2012'an de da destpêkirin, bi rêbaza xwe ya şer bû nûnerê ruhê fedayî. Behçet Ûrfa (Mehmet Can Gulbeden) di şerê 16-19'ê Mijdara 2012'an de, ku li herêma Şemzînanê qewimî, tevî 3 hevrêyên xwe jiyana xwe ji dest da.

Behçet Ûrfa di sala 1974'an de li gundê Karakoyûn ê navçeya Sêwereg a Rihayê, ji malbateke welatparêz ji dayik bû. Riha û navçeya Sêweregê di salên 1970'î de yek ji cihên destpêkê ye ku PKK'ê li dijî eşîrên çete-noker û hêzên dagirker şer kir. Ji vê herêmê gelek kesayetên şervan ên mîna Mûstafa Yondem û Halîl Çavgûn derketin holê. Heman Sêwereg di salên 1990'î de jî rê li ber serhildanên gel vekir. Behçet Ûrfa di salên 1990'î de, di dema van serhildanên mezin de tevgera PKK'ê nas kir. Fermandarê HPG'ê Behçet Ûrfa piştî ku xwendina lîseyê qedand, di nava Tevgera Azadiyê ya Kurd de bi rengekî çalak dest bi kar kir. Ji ber zextên dewleta Tirk di sala 1994'an de neçar ma welatê xwe Kurdistanê biterikîne û koçî Elmanyayê kir. Dûrketina ji welatê xwe li xwe negirt û xwest têkoşîna azadiyê li çiyayên Kurdistanê bimeşîne. Behçet Ûrfa di sala 1995'an de tevlî nava refên Tevgera Azadiyê ya Kurd bû. Di sala 1996'an de ji bo xwe perwerde bike derbasî Şamê dibe ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li wir bû. Piştî perwerdeyê, li herêma Zagrosê tê wezîfedarkirin. Û serpêhatiya wî ya li nava refên gerîla dest pê dike.

Li Dibistana Navendî ya Partiyê, herêmên Zap, Zagros, Botan, Kelareş, Xinêre, Xakurkê, Qendîl û Serhedê 18 salan gerîlatiyê dike. Hevalên wî qalê kirin.

PÊŞENGÊ JIYAN Û ŞER BÛ

Hevrêyê wî Ayhan Sîpan ku wextekê li herêma Serhedê pê re ma, wiha qala wî dike:

"Hevalê Behçet di sala 2002'an de derbasî herêma Serhedê bû. Min ew di sala 2004'an de li Tendurekê nas kir. Hevalê Behçet bi zîrekî û jêhatîbûna xwe, xwedî cihekî taybet bû. Dilnizm bû, di nava jiyanê de baldar bû, bi rengekî çalak tevlî kar dibû û bi vî awayî cihê xwe diyar dikir. Bi hesasiyeteke mezin hewl dida pirsgirêkan bi axaftinê çareser bike. Timî hewl dida mirovan îqna bike. Taybetmendiya herî xurt a hevalê Behçet, pêşengiya wî ya ji hevrêtiyê re bû. Ji fermandariyê bêhtir, hevrêtî ji bo wî esas bû. Ew hem di nava jiyanê de hem jî di şer de her li pêş bû."

DA SER ŞOPA EGÎD

Hevalên wî yên li herêmên cuda pê re man, rêbaza wî ya şer û fermandariyê şibandin rêbaza fermandarê efsanewî Mahsûm Korkmaz (Egîd) û bi vî rengî qala kesayetiya şervan a Behçet Ûrfa kirin:

"Xeta fermandariyê ya hevalê Behçet xeta fermandariyê ya hevalê Egîd bû. Tevî ku fermandarekî xurt bû, di nava jiyanê de jî bi berpirsyarî radibû. Wî hewl dida rêbaza partiyê bi hevrêyên xwe bide naskirin. Dema herî diyarker a şervaniya wî di navbera salên 2003-2010'an de li herêma Serhedê bû. Ji ber ku di vê demê de, piştî vekişîna stratejîk, di çarçoveya pêngava 1'ê Hezîrana 2004'an de şerekî gelekî giran diqewimî. Hêzên çete û tesfiyekar ên li nava tevgerê, bi hevkariya bi dijmin re hewl didan PKK'ê tesfiye bikin. Hevrê Behçet weke fermandarekî, ev pêvajo li eniya şer pêşwazî kir. Çawa ku bi teqandina fîşeka destpêkê ya 15'ê Tebaxê re weke tevger em ketin nav apêvajoyeke nû, bi têkoşîna li dijî tesfiyekariya hundurî jî, pêngava 1'ê Hezîranê serdemeke nû ya stratejîk afirand. Hevalê Behçet di vê demê de bi roleke hêjayî milîtaniya Rêbertî û PKK'ê nîşan da."

'EGER EZ NEKIM, MAFÊ MIN NÎNE BIDIM KIRIN'

Fermandarê Zagrosan, di sala 2011'an de weke fermandarê tabûrê li cihê xwe yê destpêka gerîlatiyê li Zagrosan vegeriya. Di Pêngava Şerê Gel ê Şoreşger de, bi rola xwe ya li Avaşîn û tevahiya Zagrosan di dilê hemû hevalên xwe de cih girt. Behçet Ûrfa ji aliyê hevalê xwe Demhat Sîdar ve hat vegotin:

"Hevalê Behçet dema li Xapuşkê fermandarê me yê tabûrê bû, em bi hev re man. Rêbaza wî ya fermandariyê gelekî bandor li min kiribû. Dema qala bîranînên xwe yên li Serhedê dikir, mirov didît ku hezkirina welêt pê re gelekî xurt e. Hevalê Behçet bi berpirsyarî radibû. Serweriya wî ya li herêmê bal dikişand. Herêmeke qet nedîtibû, dema careke tenê didît, êdî lê serwer bû. Mîna ku bi salan lê ma ye, bi hêsanî lê tevdigeriya. Hevalê Behçet di sala 2012'an de li Avaşînê fermandariya tabûrê kir. Di payîza wê salê de, operasyoneke berfireh a dijmin li herêmên Govendê-Xapuşke yên Avaşînê hate destpêkirin. Operasyon berfireh bû. Di navbera gerîla û artêşa TC de şerekî dijwar qewimî. Li refên herî pêş ê şer hevalê Behçet hebû. Li gorî gotina xwe 'eger ez nekim, mafê min nîne bidim kirin' tevdigeriya. Mîna nava jiyanê, di şer de jî her tim pêşeng bû."

JI BO RÊBERTÎ Û WELATÊ XWE ŞER KIR

Behçet Ûrfa bi rengekî çalak cihê xwe di nava gelek pêngavan de girt. Li dijî leşkerên dijmin çalakî lidar dixist û cebilxaneyên wan radikir. Hevalê Behçet di operasyona Xapuşkê-Govendê de bi roleke mezin rabû. Ruhê fedayî yê PKK'ê û Rêbertî careke din nîşanî dijmin da. Tenê armancek li pêşiya wî bû; ew jî Azadiya Rêbertî û Azadiya Kurdistanê bû. Heta kêliya dawî ya emrê xwe di vê oxirê de têkoşiya."

'EM Ê BI RUHÊ WAN ŞER BIKIN'

Hevrêyên wî dibêjin, "Herêma Zagrosê, cihêku Reşîdan, Behçetan û bi hezaran lehengên azadiyê lê şer kirine. Di Pêngava Şerê Gel ê Şoreşgerî de ku di sala 2012'an de dest pê kir, çawa ku Şehîd Behçet û hevrêyên wî li vir bi lehengî şer kirin û artêşa TC a faşîst şikandin, em ê jî têkoşîna Reşîdan, Behçetan bidomînin. Em ê bi ruhê wan ê fedayî şer bikin."