Fermandarê YBŞ'ê Dijwar Feqîr li ser pêngava "Tolhildana Jin û zarokên Êzidî" ya ku dabûn destpêkirin û bi hezaran mayînên ku ji aliyê DAIŞ’ê ve li herêmê hatine çandin axivî.
Faqîr bang li hemû hêzên hindir, derve û navneteweyî kir û wiha got: “Derfetên me ewqas zêde nîne ku em di demekî kurt de mudaxeleyî mayînan bikin. Ji ber ku çeteyên DAIŞ’ê ji rêyên gund û giştî bigire heta mal, derî, şibake mayîn bi cih kirine û reviyane.”
Feqîr, daxwaz kir ku di aliyê rakirina mayîn û alîkariyên mirovî de piştgiriya gelên Êzidî bikin û wiha anî ziman: “Em li benda alîkariyê ne, çi ji destê kê tê bila bike.”
Tevî ku bi hezaran welatiyên me yên Êzidî hatin qetilkirin, revandin û xwîn hate rijandin; hê jî bi hezaran keç, zarok û jinên Êzidî dîl in. Heta niha alîkariyekî kû kêm jî be birînên gelê me derman bike, nehatiye kirin. Em dûbare bang li hêzên navneteweyî dikin ku ji bo rakirina mayînan alîkariya me bikin. Ji bo gelê me vegerin ser mal û gundên xwe.”
