BI DÎMEN

Fermandarê YBŞ'ê Cîger Guyî 'Pêngava Tolhildana Şehîdên Şîlo' vegot

Ji Fermandarên YBŞ'ê Cîger Guyî got, "Ji bo hilanîna tola şehîdan û mirovên me yên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan, me pêngav dan destpêkirin" û 'Pêngava Tolhildana Şehîdên Şîlo' vegot.

Ji Fermandarên YBŞ'ê Guyî diyar kir, di 'Pêngava Tolhildana Şehîdên Şîlo' de wan qadeke ji 20 kîlometreyî azad kirine, 107 çete kuştine û gelek cebilxaneyên çeteyan desteser kirine.

Fermandarê YBŞ'ê Cîger Guyî, li ser 'Pêngava Tolhildana Şehîdên Şîlo' ji ANF'ê re axivî.

Guyî da zanîn, bi pêngava azadkirina Şengalê de çeteyan bi giranî êrîşî herêma Şîlo kirine, ku li vê herêmê hêzên YBŞ, YJŞ û HPG, YJA Starê bi cih bûne. Fermandar Guyî da xuyakirin, ku ji ber bi tenê li vê herêmê ne û hêzên koalîsyonê destekê nadin wan, çeteyan êrîşên xwe zêde kirine.

Guyî ragihand, piştî ku di êrîşa dawî ya çeteyên DAIŞ'ê de li herêma Şîlo 5 gerîlayên HPG'ê jiyana xwe ji dest dan, wan 'Pênagva Tolhildana Şehîdên Şîlo' dane destpêkirin û ev agahî da:

'JI BO HILANÎNA TOLA GEL Û ŞEHÎDÊN ME...'

"Ji bo hilanîna tola şehîdan û mirovên me yên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane me Pêngava Tolhildana Şehîdên Şîlo dan destpêkirin. Qadeke ji 20 kîlometreyî ya ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ev hatibû dagirkirin, hat azadkirin û tevî bi dehan cenazeyên çeteyan cebilxaneya wan jî ketine destê me. Piştre me berê xwe dan Medîbanê. Ewilî me Medîban dorpêç kirin. Piştî vê dorpêçiya hefteyekê hevalan ji sê baskan ve êrîşî çeteyên li gundê Medîbanê kirin. Şerê li vir giran bû. Hevalên me 5 maşînên zirxî yên çeteyan îmha kirin. Dûre hevalên me bi çekên ferdî li nuqteyên çeteyên DAIŞ'ê dan û Medîban azad kirin. Di vê pêngava azadkirinê de 107 çete hatin kuştin û 73 cenazeyên çeteyan tevî gelek cebilxaneyan ketin destê hevalên me."

Ji Fermandarên YBŞ'ê Cîger Guyî destnîşan kir, ku têkoşîna wan wê bidome.