Fermandarê Şerê Gel ê Şoreşger: Reşîd Serdar
Da ser şopa fermandarê efsanewî Egîd û ruhekî mezin ê şervaniyê nîşan da. Bi hezaran şervan perwerde kir û pêşengî ji sedan çalakiyan re kir.
Da ser şopa fermandarê efsanewî Egîd û ruhekî mezin ê şervaniyê nîşan da. Bi hezaran şervan perwerde kir û pêşengî ji sedan çalakiyan re kir.
Da ser şopa fermandarê efsanewî Egîd û ruhekî mezin ê şervaniyê nîşan da. Bi hezaran şervan perwerde kir û pêşengî ji sedan çalakiyan re kir. Ji fermandarên pêşeng ên PKK'ê Reşîd Serdar (Mehmet Can Gurhan) di Pêngava 2012'an a Şerê Gel ê Şoreşgerî de, li Şemzînanê di şerekî de jiyana xwe ji dest da.
Her gerîla mîna cîhanekê ye ku esalet bi hemû bedewiyan re bûye yek. Lewma di nava PKK'ê de mîna çemekî bi heybet bi xum xumî diherike. Gelek leheng di vê rêyê de bûn mijara destanên serketina têkoşîna azadiyê. Şervanan jî, fermandaran jî bi heman dilsozî û baweriyê têkoşîn mezin kirin. Mîna Fermandar Reşîd Serdar.
Reşîd Serdar yek ji fermandarên PKK'ê ye ku bûye efsane. Di navbera salên 2011-2012'an de bi pêşengiya pêngava şoreşgerî ya Şemzînanê rabû, ku ev yek di çarçoveya Şerê Gel ê Şoreşgerî de pêk hat. Hem çalakî koordîne kir, hem jî bi xwe di nav de cih girt. Mîna her fermandarê/î, wî jî pêşî li rêbaz û taktîka berxwedan û serketinê vekir û di herdemîkirina serketina gerîla de bi erka xwe rabû. Pareke mezin a Reşîd Serdar di serketinên heyî yên gerîla de heye. Ji hêzên gerîla re fermandarî kir û pêngava şoreşgerî bi rengê herî serketî meşand û nehişt leşkerên Tirk xwe bilivînin. Fermandar Reşîd Serdar di 18'ê Mijdara 2012'an de li dijî artêşa Tirk di şerekî de jiyana xwe ji dest da.
'EZ Ê JI TÊKOŞÎNA AZADIYÊ VENEGERIM'
Reşîd Serdar di sala 1972'an de li gundê Êrsî yê navçeya Dihê ya Sêrtê ji dayik bû. Zarokekî malbaeke kedkar û welatparêz e. Gundê lê mezin bû, hez ji tevgera PKK'ê dike û bi armanca PKK'ê dizane. Ew jî bi baldarî PKK'ê dişopîne. Tevî ku zewicî ye, berê xwe dide rêya zadiyê û di sala 1992'an d tevî pismamê xwe Rizgar Êrsî li Botanê tevlî nava refên gerîla dibe.
Pismamê wî, hevalê wî yê dema zarokatiyê Rizgar Êrsî ku bi hev re tevlî nava refên gerîla bû, qala zarokatiya Reşîd dike:
"Hevalê Reşîd, di zarokatiya xwe de jî gelekî şervan bû. Ji ber vê taybetmendiya wî, hemû zarokan xwe jê vedigirtin. Zarokekî gelekî esîl bû. Ev taybetmendî ji diya xwe girtibû. Di her lîstikê, her şerî de timî li pêş bû. Me hemûyan gelekî jê hez dikir. Ew û ez timî bi hev re bûn. Em gelekî dilsozê hev bûn. Ji xwe ya ku berê me bi hev re da serê çiyê jî ev dilsoziya me bû."
Li ser biryara tevlîbûna li nava refên gerîla Êrsî dibêje: "Dema me biryar dan bên çiyê, min jê re got, 'tu zewicî ye, tu baş li ser fikirî ji bo hatinê?' Wî jî ji min re got, 'Ji bo derketina serê çiyê me bi hev re biryar dan. Min jî soz da te û ev biryara me ye. Ez ê ji têkoşîna azadiyê venegerim'. Ji wê rojê û pê ve, me careke din soz dan hev ku bi rengekî herî baş tevlî nava PKK'ê bibin."
DI NAVA RÊXISTINÊ DE BÛ NAVÊ HEZKIRIN Û KEDÊ
Reşîd Serdar bi salan li cihên herî zehmet ên çiyayên Kurdistanê gerîlatî kir û bi tecrûbeyeke mezin a leşkerî bû yek ji fermandarên bijarte yên PKK'ê. Ji sala destpêkê ya tevlîbûnê û pê ve tevlî pratîkên gelekî zehmet bû. Li Botan, Amanos, Toros, Zagros, Qendîl û Metîna gerîlatî kir. Reşîd Serdar ku bi taktîk, rêbaz û cesareta xwe ya di şer de tê naskirin, di Pêngava Şerê Gel ê Şoreşgerî de bi roleke mezin rabû. Li her cihê lê ma, hevrêyên xwe, jiyana rêxistinê parast. Di nava rêxistinê de bû navê ked û hezkirinê.
LI SER ŞOPA SERDAR Û ADIL
Cihê ewlî yê tevlî bû, herêma Botanê ye. Li Botanê di şerekî de fermandarê wî yê gelekî hêja didît, Serdar jiyana xwe ji dest da. Piştî vê şehadetê sonda tolhildanê xwar û navê xwe kir Reşîd Serdar. Piştre li cem yek ji fermandarên PKK'ê yê bi şervaniya xwe dihat naskirin Adil Amed (Ramazan Aybî) ma. Hê di salên destpêkê yên tevlîbûnê de cihê xwe di nava çalakiyan de girt. Di sala 1994'an de li navçeya Çelê ya Colemêrgê, ji bo hilanîna tola fermandar Cûma Bilikî diçe çalakiyê. Fermandariya vê çalakiyê jî Adil û Serdar dikin. Di vê çalakiya hilanîna tolê de bi rengekî serketî vedigerin. Ruhê tolhildanê yê PKK'ê bi vê çalakiyê re di dilê wî de dineqişe.
OCALAN XELATÊ DIDE WÎ
Piştî vê çalakiyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xelatê dide fermandar Serdar. Di hevpeyvînekê de qala vê çalakiya ku xelat jê re hat dayîn kir:
"Di pêvajoya kongreya pêncemîn a HPG'ê de ku nîqaş li ser çalakiyan dihat kirin, weke hêza Botanê me jî amadekariya çalakiyeke berfireh kirin. Di vê çalakiyê de me yê derb li artêşa TC bixista û tola hevalê Serdar ê di sala 1994'an de şehîd bû, hilanîna. Çalakiyeke gelekî berfireh bû. Li navçeya Miks a Wanê, me ji çar aliyan ve li qereqola dijmin xistin. Leşkerên Tirk şoq bûn û fêhm nekirin çi bi serê wan hatiye. Herî kêm 20 leşker hatin kuştin û gelek çek hatin desteserkirin. Piştî vê çalakiyê, bandoreke mezin a gerîla li nava gelê Wanê bû û sempatiyeke mezin derket holê. Rêberê me ku bi encama vê çalakiyê hesiya, payeya me bilind kir û bi vî rengî xelat da me. Em hemû pîroz kir. Ji bo min jî, ji ber ku min sonda hilanîna tola hevalê Serdar bi cih anî, gelekî kêfxweş bûm."
Fermandar Reşîd Serdar di nava salan de bi rengekî çalak tevlî bi sedan çalakiyan bû. Di her çalakiyê de derbên giran li artêşa Tirk xist. Her çalakiyê tecrûbeyên mezin pê re dafirand. Tecrûbeyên wî ew kir ye ji fermandarên mezin ên çiyayên Kurdistanê.
HÊ DI GELEK ÇALAKIYAN DE KEDA WÎ HEYE
Di sala 1997'an de bang lê tê kirin ku biçe qada perwerdeyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û demeke dirêj li wir dimîne. Di nava vê demê de perwerdeya îdeolojîk û leşkerî dibîne. Bi rengekî hêz xurt diçe Amanosan. Hevalên ku pê hesiya fermandar Reşîd Serdar wê biçe Amanosan, ji ber ku bi taybetmendiyên wî yên şervaniyê dizanîbûn, gelekî kêfxweş bûn. Mîna hemû herêmên lê ma, bi taktîkên hostatî yên şer, tevlî pratîka li Amanosan bû. Bi armanca pêkanîna şoreşê, timî taktîkên nû dafirand. Di roja îro de jî, keda Fermandar Reşîd di gelek çalakiyên gerîla de ye. Çawa ku wî da ser şopa fermandarên xwe Serdar û Adîl, şervanên wî jî bi rê û rêbazên jê hîn bûne, li ser şopa wî dimeşin û xwedî li bîranîna wî derdikevin.
'EM Ê DIJMIN BIQEWIRÎNIN'
Fermandar Reşîd di Şerê Gel ê Şoreşgerî de, ku têkoşîna gelê Kurd û tevgera PKK'ê bi vê yekê re gihîşt qonaxeke nû, bi berpirsyariyeke giran rabû. Di pratîka destpêkê ya vê pêngavê de, fermandarî ji çalakiyên mezin re kir. Di pêvajoya vê pêngavê de li çiyayên Zagrosê, di koordîneya gelek çalakiyên Şemzînanê de cih girt. Bi taktîkên xwe yên şer, serketinan bi dest dixe. Bi bawerî û şervaniya xwe ya şoreşgerî re ti astengiyan nas nake û têdikoşe. Dema pêngav dest pê bike şervanên xwe li hev dicivîne û ji wan re dibêje, "Em ê dijmin ji Kurdistanê dernexînin, em ê ji Kurdistanê biqewirînin". Bi vê gotina xwe, di hişê tevgera PKK'ê û gelê Kurd de cih digire. Piştî konferansa heftemîn a HPG'ê weke 'Fermandarê Şerê Gel ê Şoreşger' tê binavkirin.
Reşîd Serdar ji roj û gava destpêkê û pê ve, bi çanda PKK'ê re bû yek û veguherî milîtanekî serketî yê PKK'ê. Pîvanên exlaqî, civakî û hevrêtiyê yên PKK'ê pejirand û bi kûrahî jiya. Bi hezkirineke mezin û dilsoziyeke dilnizm tevlî PKK'bûyîn jiya. Fermandar Reşîd Serdar bi sekna xwe ya li nava jiyanê, ruhê PKK'ê temsîl kir û bandor li hevalên xwe kir. Her tim bi cidiyeteke mezin nêzî berpirsyarî û wezîfeyên xwe yên li nava tevgerê bû û bi cih anî. Bîst salan bi rengekî bê eman têkoşiya û bû sembola israra azadiyê.