Fermandarê Peşmergeyan ê Xurmatûyê: Ferman bê em ê şer bikin
Berpirsê Leşkerî yê Eniya Xurmatû yê YNK Bor, diyar kir ku şerên li navçeya Xurmatû ya Selahaddînê bêyî ku sedem hebe ji ber êrîşên Heşd El Şebî destpê kiriye.
Berpirsê Leşkerî yê Eniya Xurmatû yê YNK Bor, diyar kir ku şerên li navçeya Xurmatû ya Selahaddînê bêyî ku sedem hebe ji ber êrîşên Heşd El Şebî destpê kiriye.
Berpirsê Leşkerî yê Eniya Xurmatû yê YNK Abdûllah Bor diyar kir ku şerên li navçeya Xurmatû ya Selahaddînê bêyî kus edem hebe ji ber êrîşên Heşd El Şebî despê kiriye. Bor got ji bo şer neqewimin peşmerge bi baldarî nêz bûne, destnîşan kir ku eger ferman bê wê li dijî hêzên Heşd El Şebî dest bi şer bikin.
Bor, bersiv da eniya Tirkmenan a ku ji şerên li Xurmatûyê PKK’ê berpirs dibîne, got: “Ev teqez ne rast in. Em li vir in û me ti tiştekî wisa nedîtiye.”
Bor, bal kişand ku li navçeyê hê rewşek aloz heye, wiha dom kir: “Em ji bo çareseriya pirsgirêka Kerkûkê li benda civîna sibehê bûn, hêzên Heşd El Şebî piştî nîvro ji nû ve dest bi şer kirin. Em nizanin bê ka wê sibehê civîn pêk were an na. Li navçeyê alozî hê didome. Lê, em îro li gor agirbestê tevgeriyan.”