Fermandarê Hêzên Antî Terorê yê Pêşmergeyan: Pêşî li me tê girtin
Fermandarê Hêzên Antî Terorê da xuyakirin ku daxwaza wan a ji bo rizgarkirina Şengalê gelek caran hatiye redkirin. Şêx Cengî got, "Li eniyeke Kerkûkê jî pêşî li me hat girtin."
Fermandarê Hêzên Antî Terorê da xuyakirin ku daxwaza wan a ji bo rizgarkirina Şengalê gelek caran hatiye redkirin. Şêx Cengî got, "Li eniyeke Kerkûkê jî pêşî li me hat girtin."
Fermandarê Hêzên Antî Terorê Polat Şêx Cengî ji malpera înternetê ya SNNC (Suleymani News Network) re axivî û got, "Me ji fermandarê giştî yê hêzên leşkerî yên Rêveberiya Herêmî ya Kurdistanê Mesûd Barzanî xwest em biçin Şengalê, lê belê heta niha bersiv ji daxwaza me re nehatiye dayîn."
Polat Şêx Cengî dilgiraniya xwe li hemberî wê yekê nîşan da ku destûr nayê dayîn li çend navçeyan operasyonê lidar bixin û êrîşî çeteyên DAIŞ’ê bikin. Cengî got: "Heta li eniyeke Kerkûkê jî pêşî li me hat girtin."
Şêx Cengî axaftina xwe wiha dewam kir: "Tevî me nekarî em biçin Şengal û navçeyên derdora wê, lê karîna me ya wê yekê heye ku bi berdewamî di warê çek, teqemenî û alîkariyên din de ji bo birayên xwe yên Êzidî bibin alîkar."
Fermandarê Giştî yê hêzên dijî terorê Polat Şêx Cengî bal kişand ser armanca dij teror a ji bo Şengalê û di dawiya axaftinên xwe de wiha got: "Ji bo me Kurdistan û navçeyên din ti cudahiyeke wê nîne û em ê ji bo wê xebatê bikin."