Fermandara YPJ’ê: Çete di demeke kurt de wê ji Kobanê bên avêtin
Yek ji fermandarên YPJ’ê yê Kobanê Sorxwîn Kobanê ragihand, îro li Kobanê şer û pevçûn li pênc deveran zêde bûne. Kobanê got, “Wê çete di demeke kurt de ji Kobanê bêne avêtin.”
Yek ji fermandarên YPJ’ê yê Kobanê Sorxwîn Kobanê ragihand, îro li Kobanê şer û pevçûn li pênc deveran zêde bûne. Kobanê got, “Wê çete di demeke kurt de ji Kobanê bêne avêtin.”
Yek ji fermandarên YPJ’ê yê Kobanê Sorxwîn Kobanê ragihand, îro li Kobanê şer û pevçûn li pênc nuqteyan zêde bûne. Kobanê got, “Wê çete di demeke kurt de wê ji Kobanê bêne avêtin.”
‘DANÊ SIBEHÊ LI ROJAVAYÊ KOBANÊ ÊRÎŞEK NÛ PÊK HAT’
Çeteyên DAIŞ’ê yên ji aliyê Tirkiyeyê ve hatin û di deriyê sînor ê Murşîtpinar re êrîşê Kobanê kirin, li başûr, başûrê rojhilat û başûrê rojavayê bajêr jî bi dizî ketin hin nuqteyên bajêr û komkujiya sivîlan pêk anîn. Şervanên YPG/YPJ’ê yên bersivek tund dan êrîşên çeteyan ji bilî lîseya Kobanê û taxa Şehîd Moro tevahî nuqteyên din ji çeteyan paqij kirin. Danê vê sibehê dema şervanên YPG/YPJ’ê ji nû ve li hember çeteyan operasyon dan destpêkirin çeteyan ji rojavayê bajêr ketin nav hewldana êrîşeke nû. Yek ji fermandarên YPJ’ê Sorxwîn Kobanê ragihand bersivek tund dane êrîşa li xeta Şêxler a eniya rojava û şer li sê nuqteyan rû dane.
‘LI KANIYA KURDA SÎVÎL HATIN RIZGARKIRIN’
Sorxwîn Kobanê diyar kir li navenda bajêr jî ji danê sibehê ve operasyon dane destpêkirin û got, “Heta vê kêliyê li sê nuqteyên eniya rojava û li Mekteba Reş, li Kaniya Kurdan, li Şehîd Moro û li Lîseya Kobanê şer û pevçûn didomin.”
Sorxwîn Kobanê da diyarkirin 80 sîvîlên di destê çeteyên DAIŞ’ê de ku weke mertal bikar dianîn li herêma Kaniya Kurda di dema operasyonekê de hatine rizgarkirin.
'WÊ ÇETE DI DEMEKE KURT DE JI BAJÊR BÊNE AVÊTIN’
Sorxwîn Kobanê axaftina xwe wiha bi dawî kir, “Çete hesabê vê êrîşa nemerd niha li her cihî didin. Çete wê di demeke kurt de ji Kobanê bêne avêtin.”