Federaliya Demokratîk ji mamosteyan re hate vegotin
Kongreya Perwedeya Civaka Demokratîk (KPCD) bi armanca danasîna sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava –Bakurê Sûriyeyê, li Hesekê civînek bi beşdariya sedan kesî lidar xist.

KPCD'ê bi armanca danasîna sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyeyê civînek li Hesekê ji endam û mamosteyên xwe lidar xist. Civîna ku bi beşdarbûna sedan mamoste û xebatkarên perwedeyê pêk hat li salona Reşo bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê destpê kir.
Paşê belgeya damezrandina Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyeyê û encamnameya civîna damezrîner a Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyeyê ku 16 û 17’ê Adarê li bajarê Rimêlan hate lidarxistin, hate xwendin.
Di dewama civînê de endamê komîteya lidarxistina civînên gelerî ya danasîna sîstema Federaliya Demorkatîk Cahid Hesen axivî û di serî de rewşa siyasî û qewimînên dawî yên li Rojava û Sûriyeyê nirxand.
Hesen naveroka sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyeyê bi awayekî berfireh şîrove kir.
Piştî axaftinê Hesen bersiva pirsên beşaran da û civîn bi pirs û bersivan bi dawî bû.