Federaliya Demokratîk bi civînan tê nasandin
Li welatiyên gundên başûrê Kobanê Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyê bi civînekê hate nasandin.
Li welatiyên gundên başûrê Kobanê Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyê bi civînekê hate nasandin.
Li welatiyên gundên başûrê Kobanê Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyê bi civînekê hate nasandin.
Civîn li navçeya Çelebê hate lidarxistin û ji 85 gundan welatî beşdarî civînê bûn.
Di civînê de Nûnerên Meclîsa Gel li xeta Rojhilat, Saziya Malbatên Şehîdan, Kongreya Star, Rêveberiya Xweser li Kantona Kobanê, Hevseroka Meclîsa bajarê Minbicê Sozdar Xalid û Yekîtiya Ciwanên Rojava amade bûn.
Li ber sirûda -Ey Reqîp- beşdarên civînê deqeyek rêz girtin û piştre civînê destpê kir.
Di civînê de endamê Meclîsa Damezrenêr a Sîstema Federaliya Rojav-Bakurê Suriyê yê Ferhad Dêrik axivî.
Dêrik diyar kir ku aloziya Suriyeyê ya ku 5 sal in xwe bihurîn e, ti kesî jê re projeyeke çareseriyê dernexist holê û dewletên navneteweyî her tim ew alozî gur kirin heta gihişt asta şerê
Di dewamiya axaftina xwe de Dêrik destnîşan kir ku projeya Federalîzmê ew çareseriya herî rast e ya giştî ji rewşa Suriyeyê re, û Suriyeyê nikare vegere sîstema navendî ya berê piştî ku Şoreş gihişt vê astê ji azadiyê.
Ferhad Dêrik Federalîzma Demokratîk ji beşdaran re da nasandin û ew sîstem şirove kir. Dêrik got: "Dema ku hemû pêkhateyên Sûriyeyê, bi çanda xwe re bi hev re bijîn, ev Sîstema Federaliyê ye. Fedralî di wateya xwe de yekbûna gelan û erdîngariye."
Di dawiya axaftina xwe de Dêrik anî ziman ku ji bo avakirina sîstema xwe ew ê li benda kesî nemînin û destnîşan kir, ku xetên sor ên li hemberî wan tên xêzkirin, yek bi yek ji aliyê yPG'ê ve tên binpêkirin.
Dêrik da xuyakirin, ku gel di rêya azadiyê de dimeşe û got, "Baweriya me bi me heye ji ber ku em li pey xwîna Şehîdan e. Em parazvanên nirxên Şehîdan e, tu kes nikare li hember vîna gelê raweste. Ne DAIŞ, û ne Rejîma Sûriyeyê û ne Opozîsyona Şovenîst. Piştî bidawîbûna axaftina Dêrik, beşdarên civînê pirsên xwe ji dîwana civînê pirsîn û li gor wê bersiv û şîrovekirin hatin dayîn.
Civîn bi govend û stranên filoklorî yên Kurdî û Erebî bi dawî bû.