FEDA’yê çalakgerên meşa dirêj silav kirin
Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) çalakgerên Meşa Dirêj silav kir û diyar kir ku meha Sibatê ji bo wan mehek pîroz e.
Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) çalakgerên Meşa Dirêj silav kir û diyar kir ku meha Sibatê ji bo wan mehek pîroz e.
Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) çalakgerên Meşa Dirêj silav kir, diyar kir ku meha Sibatê ji bo wan mehek pîroz e.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Ev meşa we ya ku we ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Rêber Apo pêk aniye pîroz dikin. Bila keda we wisa neçe û li lênûsta heq û heqîqetê bê binivîsin. Em wek hêza Federasyona Elewiyan a Demoratîk ligel we bûn. Gelê Kurd hem ji bo Rêberê Gelê Kurd û hem jî ji bo gelên herêmê ji bo sala 2015’an biguherin sala şadî û biratiyê têkoşînê dimeşîne."
WEK XIZIR XWE XWE GIHAND
Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Meha Sibatê ji bo Elewiyên Qizilbaş mehek pîroz e. Mehe Xizir e. Xizir ji nû ve vejîne. Mizgîniya biharê ye. Xizir di baweriya Qizilbaş de xwedî cihê herî bilind e. Xizir Nebî, wek Xizirê Hespa Spî jî tê bangkirin. Ava abû jiyan, nemiriyê vexwariye. Yê can daye xwezayê ew e, alîkariyê dide kesên di tengasiyê de. Rûspiyekî Pîr-î fanî ye. Li cihê ku geriyaye şinahî çêdibe, dibe gul û gulîstan. Her cihê ku çûye bereket kêm nabe. Kesê bikeve xewna wî jêre dibe derman. Bi hezaran salan e li Mezopotamyayê û Anatolyayê baweriya Elewiyan zindî dihêle. Her tim ligel mazlûman e. Dem hat lêpirsîn kir, dema hat mîsyona xwedatiya Elewiyên Qizilbaş kiriye.”
Di berdewamiya daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku çeteyên DAIŞ’ê û rêxistinên wek vê li ser gelan qirkirinên mezin pêk tînin û gelên li dijî vê li ber xwe didin jî dîroka azadiyê nivîsîne.
Daxuyaniyê wiha berdewam kir: “Ger xizir di cihê teng de xwe gihandibe me, ger xizir zivistana me veguhertibe biharê; wê demê Xizir Mazlum Dogan û Sakîneya ku li Zindana Amedê serî hildaye. Zilana ku tola zilma li Seyîd Riza hatiye kirin, girtiye. Gerîlayên ku Êzidiyên Kurd ji qirkirinê xilas kirine”