ESP, dayik û malbatan piştgirî dan greva birçîbûnê
Rêxistina ESP’ê ya Bajarê Amedê, Meclîsa Dayikên Aştiyê û malbatan berxwedêrên greva birçîbûnê ziyaret kirin.
Rêxistina ESP’ê ya Bajarê Amedê, Meclîsa Dayikên Aştiyê û malbatan berxwedêrên greva birçîbûnê ziyaret kirin.
Rêveberên Rêxistina ESP’ê ya Bajarê Amedê û endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, endamên Desteya Rêveber a Meclîsa DBP’ê, malbata Parlamenterê HDP’ê yê Agiriyê Berdan Ozturk û yên gelek berxwedêrên din, pir kes çûn serdana çalakvanên greva birçîbûnê ya li avahiya Rêxistina DBP’ê ya Bajarê Amedê. Serdana berxwedêran hate kirin û hêviyên serkeftinê hatin ziman.
Destpêkê Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Hava Kiran axivî, diyar kir ku dixwazin têkîldarî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan agahiyekê bigirin, îfade kir ku azadiya Ocalan wê hizûr û azadiyê ji bo tevahî Kurdistan û Tirkiyeyê bîne.
‘DIVÊ DERHAL DERIYÊ ÎMRALIYÊ BÊ VEKIRIN’
Hevserokê Rêxistina ESP’ê ya Bajarê Amedê Ramazan Kaya jî bal kişand ku Ocalan bi salan e li girtîgehê berxwedanek bi rûmet dimeşîne, wiha dewam kir: “Ez ji vir berxwedanê silav dikim. Bi taybet piştî hewldana darbeya 15’ê Tîrmehê ve têkîldarî rewşa Birêz Ocalan ti tişt nayên zanîn. Em ji tenduristî û ewlehiya Ocalan bi fikar in. Divê derhal deriyên Îmraliyê ji heyet, parêzer û malbatê re bê vekirin. Em çalakiya berxwedêrên ku ji bo agahiyê ji Ocalan bigirin canê xwe ji mirinê re razandine, pir bi nirx dibînin. Em li cem vê çalakiyê cih digirin.”
Piştî axaftinan, Dayika Aştiyê Songul Tamrîş û Wekîla HDP’ê ya Rihayê Dîlek Ocalan dest bi dengbêjiyan kirin.