Erkan Bûrakmak li cem birayê xwe Ûgûr hate definkirin

Li navçeya Sûrê ya Amedê di têkoşîna parastina Sûrê de birayên hev Erkan Burakmak û Ugur Burakmak jiyana xwe ji dest dan. Malbata Burakman 3 roj berê cenazeyê Ugur û îro jî cenazeyê Erkan Burakman bi merasimek girseyî defin kirin.

Li navçeya Sûrê ya Amedê di têkoşîna parastina Sûrê de birayên hev Erkan Burakmak û Ugur Burakmak jiyana xwe ji dest dan. Birayê hev di heman rêyê de şer kirin û li heman goristanê hatin definkirin. Malbata Burakman 3 roj berê cenazeyê Ugur û îro jî cenazeyê Erkan Burakman bi merasimek girseyî defin kirin. 

Di berxwedanê Sûrê de gelek ciwanan jiyana xwe ji dest dan. Yek ji van ciwanên ku jiyana xwe ji dest dan birayên hev Ugur û Erkan Burakman e. Endamên Parastina Sivîl Erkan Burakmak û Ugur Burakmak di tekoşîna Sûrê de jiyana xwe ji dest dan û cenazeyên wan li tenişta hev hatin definkirin. Ji ber hêzên dewletê hovîtî li ser cenazeyên wan kirin, cenazeyên wan nehatin naskirin. Malbatê ji bo cenazeyên zarokên xwe nas bikin minaka xwînê dan û piştî testa DNA yê cenazeyên zarokên xwe nas kirin. Malbata Burakmak, piştî 3 roj berê cenazeyê Ugur defin kirin, îro jî cenazeyê Erkan ji Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê wergirtin û anîn Farqînê. Cenaze li Gundê Qurtê yê Navçeya Farqînê bi girseyî hat pêşwazîkirin. Girsê cenaze bi karwanekî birin Gundê Şifqetê. Cenaze li ketina gund ji aliyê hezaran kesan ve hat pêşwazîkirin. Piştî wecîbeyên olî darbesta Erkan bi ala PKK'ê hat pêçan û bi silogana "Ey şehid xweyna te li erdê namîne", "şehid namirin" û "holhildan" li goristana gund definkirin. Di merasimê de "Çerxa Şoreşê" xwendin.

Piştre Hevserokê MEYA-DER'ê Hasan Pençe, diyar kir ku di dîroka gelê Kurd de dewletê zilma herî dijwar li ser gelê Kurd meşandiye û gelê Kurd serî netewandiye. Pençe, anî ziman ku gelê Kurd tu carî serî li hemberî zilmê natewîne.

DI 3 ROJAN DE 2 CENAZE

Ji malbata Burakmak Emîn Burakmak jî li ser goristanê axivî û wiha got: "Me di 3 rojan de 2 birayên ku hêzên dewletê li Sûrê ew qetil kirin defin kir. Me 3 roj berê şehîdekî xwe yê din li vir defin kir. Me 3 roj berê jî gotibû ji bo jiyanek wekhev, azad û bi edalet jiyana xwe ji dest dan. Dema em zarokên xwe defin dikin jî dîsa em aştiyê dixwazin. Bila dewlet baş zanibe ku em tu carî serî natewînin. Şehid namirin"

'EZ SERBILIND IM'

Dayika Erkan û Ugur Naşide Burakmak jî anî ziman ku ew bi zarokên xwe serbilin e. Piştî merasimê girsê çû mala sersaxiyê ya ji bo Ugur Burakmak hatibû vekirin.