Êrîşî meşa Erdexanê kirin

Êrîşî meşa Erdexanê kirin

Meşa ku ji aliyê Rêxistina BDP’ê ya Erdexanê ve ji bo balê bikişînin ser çalakiya birçîbûnê hatî li darxistin, rastî êrîşa polîsan hat.

Meşa ku ji aliyê Rêxistina BDP’ê ya Erdexanê û endamên Komeleya Xwendekarên Erdexanê ve ji bo piştgirdayîn û daxwaza 10 hezar çalakvanên çalakiya birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku li girtîgehên Tirk di roja 55’an de didome bên pejirandin, li ser cadeya Qersê hatî destpêkirin, polîsan bi bombeyên gazê û ava şit êrîş kir. Piştî êrîşê Walî Hurşît Bey û dikandarên li ser rêya Qersê dikanên xwe girtin. Di bûyerên ku piştî êrîşê destpêkirin û di nava tax û kolana berdewam dikin, gelek kes birîndar bûn. Tê diyarkirin ku kesên hatîn binçavkirin jî hene.