Amedspor di “TFF 2. Lîg Kirimizi Grup”ê bi Ankaragucu re lîst. Di domahiya pêşbirkê de alîgirên Ankaragucu dirûşmên nîjadperestî qîr kirin, tevî heqaret û êrîşên giran jî Amedspor di maçê de bi encama 1-2 bi ser ket.
Di deqeya 15. a maçê Ankaragucu golek avêt û skor kir 1-0. Ev bû encama nîva destpêkê ya maçê. Amedsporê di nîva din a maçê di deqeya 68. de golek avêt û lîstikvanê Amedsporê Denîz nakî jî di deqeya 85. de gola encamê maçê avêt û bû 1-2. Ber bi dawiya maçê ve alîgirên Ankaragucu heqaret kirin û gotinên nîjadperestî kirin. Piştî gola Denîz Nakî alîgirên Ankaragucu daketin sehaya gogê, êrîşî lîstikvanên Amedsporê kirin, ji ber vê navber hate dayîn. Piştî navberê maçê dîsa destpê kir. Lê cara duwem alîgir daketin sehayê, dîsa berê xwe dan lîstikvanên Amedsporê. Amedsporê tevî her tiştî jî maç 1-2 bi ser xist, û niha li lîgê bi pûanê xwe gihişt rêza 8’emîn.