Êrîşên li hember taxên berxwedanê yên Geverê zêde bûn
Çeteyên Qesrê li Geverê, bi topan li Taxên Gongor û Cûmhûriyetê ya ku berxwedan lê didome dixe. Hat ragihandin ku malên dikin hedefa topan û dişewitînin.

Çeteyên Qesrê bi hewan û topan êrîşî Taxên Gungor û Cûmhûriyet ên navçeya Gever a Colemêrgê ku berxwedan 26 roj in didome dikin. Di malên ku kirin hedefa topan de şewat derket. Çeteyên Qesrê li taxên Eskî Kişla, Yeşîldere, Dîze, Orman û Mezarlikê ketin kîjan malê agir berdanê. Ji ber şewata li taxan, dûmanên reş esmanên navçeyê girtiye.
Li ser gelek kepengên dikanên li ser rêya Şemzînan û Sûka Navendê nivîsînê nijadperestî yên mîna “TC, li vi re”, “JOH û POH hatin” nivîsîne. Hat dîtin ku li Fitlanoka Girtîgeha Kevin, li malên li her du aliyan jî alên Tirk hatine daliqandin.
Hêzên dewletê yên ku nikarin berxwedanê bişkînin, li hember Taxên Gungor û Cûmhûriyetê dest bi bomberdûmanê kirine.