Êrîşên li dijî Kobanê li Ewropayê tên protestokirin

Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê, li gelek navendên Ewropayê tên protestokirin.

Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê, li gelek navendên Ewropayê tên protestokirin.

ESSEN

Li bajarê Elmanya Essenê, êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya li hemberî Kobanê hat protestokirin. Bi qasî 600 kes beşdarî çalakiyê bûn. Di axaftinên li çalakiyê de hat ragihandin ku gelê Kurd û dostên wan êrîş û hovîtiyên bi vî rengî ti carî qebûl nakin û li dijî vê yekê ew ê bi şev û roj li çalakiyan bin. Nûnerên Dîe Lînke, MLPD, DÎDF û BÎRKAR'ê jî li çalakiyê peyivîn û êrîş lanet û şermezar kirin.

HEÎLBRONN

Li bajarê Heîlbronnê, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Kîlanplatzê êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê şermezar kri. Di çalakiya ku gelek Kurdistanî û Elman lê amade bûn de Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd Orhan Ateş peyivî. Di axaftinên li çalakiyê de hat destnîşankiri ku ti cudahî di navbera DAIŞ'ê û yên li pêşberî komkujiyan bêdeng dimînin de nîne.

DORTMÛND

Di çalakiya protestoyî ya li bajarê Elmanya Dortmûndê de bi sedan ciwanên Kurdistanî û Elman amade bûn. Di çalakiyê de bi zimanên Kurdî, Elmanî û Tirkî axaftin hatin kirin û dirûşmên "Bijî Berxwedana Kobanê" û "Tirkiye fînanse dike, DAIŞ bombe dike" hatin qîrîn. Hevseroka Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Dortmûndê Fatma Golelî, endamê navendê Celal Yildiz peyivîn. Di axaftinan de hovîtiya DAIŞ'ê hat lanetkirin û banga çalakiyan li gelê Kurd hat kirin.

HANNOVER

Bi armanca şermezarkirina çeteyên DAIŞ'ê û alîgirên çeteyan, li Hannoverê mîtîngek hat lidarxistin. Bi qasî hezar kes beşdarî mîtîngê bûn. Saet di 18:00 de jî meş hat lidarxistin û der barê komkujiya DAIŞ'ê ya li Kobanê de belavok hatin belavkirin. Rêxistinên çep ên Elman û pêkhateyên yekîtiya hêzê ya demokratîk destek dan çalakiyê. Çalakî saet di 19:00 de bi qîrîna dirûşmên "Bijî Berxwedana Kobanê", "Bijî Berxwedana YPG/YPJ'ê" bi dawî bû.

FREÎBÛRG

Li bajarê Freîbûrgê jî girseya gel a li Kartoffelplatzê civiya, ber bi navenda bajêr ve meşiya. Di çalakiya ku ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ve hat organîzekirin de bi qasî 500 kes amade bûn. Girseya gel piştî meşa li nava bajêr li Kartoffelplatzê vegeriya û piştî deqeyeke rêzgirtinê li ber sirûda Çerxa Şoreşê, belav bû.

CHARLEROÎ

Li bajarê Belçîka Charleroî jî, ji bo şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên bi hevkariya Tirkiyeyê li hemberî Kobanê, li balafirgehê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin. Di çalakiyê de pankartên bi nivîsên li dijî DAIŞ'ê hatin hildan û qirêjên li dijî DAIŞ û AKP'ê hatin qîrîn. Di çalakiya ku rêwiyên li balafirgehê jî eleqeyeke mezin nîşan dan de li ser navê Meclîsa Gel a Kurd a Charleroî axaftin hat kirin û hat gotin, "Di demeke ku terorîst li welatê me jin û zarokên me qetil dikin de, weke Kurdistaniyên li dîasporayê, ji bo azadiya gelê me û Rêberê me, em ê dil û mejiyê xwe bi welatê re bikin yek."

Di çalakiyê de ji bo YPG û YPJ'ê dirûşme hatin qîrîn. Di navbera polîs û çalakgeran de ji bo demeke kurt alozî derket. Girseya gel ji bo çalakiya girseyî ya îro li ber Parlamenta Ewropayê banga tevlîbûnê kir.

...