Êrîşên dewleta Tirk li ser Rojava didome
Artêşa Tirk êrîşên xwe yên li hemberî xeta sînorê Rojava didomîne. Navenda Çapemeniya YPG’ê diyar kir ku 16’ê Nîsanê êrîşî gundê Dîkmetaş ê girêdayî navçeya Şerawa ya Efrînê kirine.

Navenda Çapemeniya YPG’ê bi daxuyaniyek nivîskî şer û êrîşên 16’ê Nîsanê pêk hatine bi raya giştî re parve kir, got: “16’ê Nîsanê saet 11.00'an çeteyên DAIŞ’ê bi çekên giran êrîş birin li ser rojhilatê bendava Tişrîn a giredayî Kobanê. Êrîşên çeteyan heta saetên êvarî bê navber berdewam kiriye.
ŞERÊN LI DERDORA EYN ÎSA HETA DANÊ ÊVARÎ DEWAM KIR
16’ê Nîsanê saet 11.00'an çeteyên DAIŞ’ê bi çekên giran êrîş birin li derdora gundê Şergirat ê dikeve rojhilatê bajaroka Eyn Îsa. Êrîş heta saetên êvarî berdewam kiriye.
HÊZÊN YPG/YPJ’Ê BERSIV DAN ÊRÎŞÊN ÇETEYAN
16’ê Nîsanê saet 12.00'an çeteyên DAIŞ’ê li dijî herêma rojhilatê gundê Mekmen ê giredayî Şedadê êrîşek li dar xistin. Piştî destwerdana hêzên me li qadê şerekî dem kurt hatiye jiyîn. Piştî şerên ku encamên vê nehate zelalkirin, çete neçar man ji qadê birevin.
ÊRÎŞÊN DEWLETA TIRK LI HEMBER ROJAVA DIDOME
Êrîşên Arteşa Tirk a li ser sînorê xeta Rojava lidardixin berdewam dike. Di çarçoveya van êrîşan de Arteşa Tirk 16’ê Nîsanê saet 13.30'an de li dijî gundê Dîkmetaş ê giredayî navçeya Şerawa ya Efrînê êrişek li dar xistin.”