Êrîşên DAIŞ’ê bi temanî hatin şikandin: 30 çete hatin kuştin
Êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser gundên Kesra, Til Hozan û Cibillhemra, bi temamî hatin şikandin. Di şer de 30 çete hatin kuştin.
Êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser gundên Kesra, Til Hozan û Cibillhemra, bi temamî hatin şikandin. Di şer de 30 çete hatin kuştin.
Hat diyarkirin ku şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê hemû êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ku ji saet 07:00’ê sibehê li dijî gundên Kesra, Til Hozan û Cibillhemra yên ku 27 km dikevin Başûr û Başûrê Rojavayê Minbicê dabû destpê kirin, bi temamî hatin şikdandin.
Şerê li hermê di saetên nîvroyê de rawestiyabû, heta wê demê 11 çete hatin kuşin. Lê piştî saetên danê nîvro û şûn de dîsa şer dijwar bû.
Li ser bersivdayîna şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê heta nina 30 leşker hatin kuştin. Cenazeyên gelek çeteyan ketin destê şervana. Hat diyarkirin ku 5 çeteyên ku xwestin xwe di nav şeranan de biteqînin bê ku bigihijin armanca xwe hatin bombeyên li ser xwe teqandin.
Her wiha di êrîşê de balafirên şer ên Koalîsyona Navneteweyî jî piştgirî kir û gelek nuqteyên çeteyan ji esmanan ve bomberdûman kirin.
Çete jî dûr ve bi hewana herêmên di bin kontrola şervanên Meclîs Leşkerî ya Minbicê de bomberdûman dikin.