Êrîşên çeteyan li Şêx Meqsûdê didomin
Êrîşên çeteyan li ser Taxa Şêx Meqsûd a Helebê didomin.
Êrîşên çeteyan li ser Taxa Şêx Meqsûd a Helebê didomin.
Êrîşên çeteyan li ser Taxa Şêx Meqsûd a Helebê didomin. Di mudaxeleyî hêzên YPG’ê ya li hember êrîşa 27’ê Nîsanê ya li ser Taxa Şêx Meqsûdê de 2 çete hatin kuştin.
Navenda Çapemeniya YPG’ê daxuyaniyek nivîskî da, wiha got: “Êrîşên hevbeş ên komên çeteyên Lîwaa Sultan Murad, Ehrar El-Şam, Furqeya 16'an, Lîwaa El-Fetih, Lîwa Siltan Mihemed El Fetêh, Arteşa El Mucahidîn, Suwar El Şam, Ehrar Suruye, Cepha El Şamiye, Siqor El Cebel, Firka 101, Foc Alewal, Cephe El Tirkmen, Tabûrên Ebû Emera, Arteşa Al Îslam, Kombûna Festeqim Kema Emert, Lîwa 13’emîn, Firqa El Şemaliye û Tabûrên Nûreddîn Zenkî ya li dijî Taxa Şêx Meqsûd a Helebê berdewam dike.
27’ê Nîsanê komên çete ji herêma Seken Şikeyf ji bo têkevin Taxa Şêx Meqsûdê êrîşek li dar xistin. Piştî destwerdana hêzên me, li qadê şerên dijwar hatiye jiyîn. Di vî şerî de qasî hate zelalkirin 2 çete hatin kuştin.
27’ê Nîsanê saet 10.00'an çeteyên DAIŞ’ê ji çeperên xwe yên Cerablûsa Jêrîn bi çekên giran êrîş birin li ser bajaroka Şêxler a giredayî Kobanê.
Çeteyên DAIŞ’ê heman rojê saet 19.00'an jî xwestin têkevin çeperên hêzên me yên li derdora gundê Girê Sor a dikeve başûrê bajaroka Şêxler. Piştî destwerdana hêzên me çete neçar man ji qadê birevin.
27’ê Nîsanê saet 10.00’an û 11.00-12.00'an çeteyên DAIŞ’ê bi çekên giran êrîş birin li ser rojhilat û rojavayê bendava Tişrîn a giredayî Kobanê.”