Êrîşên çeteyan dewam dikin

YPG'ê da xuyakirin, ku êrîşên çeteyan dewam dikin û di şerê dawî de bi qasî hatiye tespîtkirin 2 çete hatine kuştin.

Navenda Çapemeniyê ya YPG'ê li ser êrîşên çeteyan û şer de daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Êrîşên hevbeş ên komên çeteyên Lîwaa Sultan Murad, Ehrar El-Şam, Furqeya 16'an, Lîwaa El-Fetih, Lîwa Siltan Mihemed El Fetêh, Arteşa El Mucahidîn, Suwar El Şam, Ehrar Suruye, Cepha El Şamiye, Siqor El Cebel, Firka 101, Foc Alewal, Cephe El Tirkmen, Tabûrên Ebû Emera, Arteşa Al Îslam, Kombûna Festeqim Kema Emert, Lîwa 13., Firqa El Şemaliye û Tabûrên Nûreddîn Zenkî ya li dijî taxa Şêx Meqsûd a Halebê berdewam dikin."

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:

"26'ê Nîsanê komên çeteyan ji herêma Muxaberat xwestin têkevin nava taxa Şêx Meqsûd. Piştî destwerdana hêzên me li qadê şer qewimî. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan di vî şerî de nehatiye zelalkirin. Dîsa hêzên me bersivên tund dan çeteyên dixwestin ji herêma Şera têkevin nava taxa Şêx Meqsûd û qasî hat zelalkirin li vir 2 çete kuştin.

ÇETE BI ÇEKÊN GIRAN ÊRÎŞ DIKIN

Çeteyên DAIŞê 26'ê Nîsanê saet di 13.00 de li dijî gundê Girê Sor ê li başûrê bajarokê Şêxler a Kobanê û saet 17.00'an de jî li dijî bajarokê Şêxler bi çekên giran 2 êrîşên cûda lidarxistin.

Çeteyên DAIŞ'ê heman rojê saet 22.30 de jî ji çeperên xwe yên başûrê Cerablûsê bi çekên giran êrîş birin ser gundê Qereqozax a giredayî Kobanê. 

26'ê Nîsanê saet 11.00 û 19.30 de çeteyên DAIŞ'ê bi çekên giran du caran êrîş birin li ser başûrê bendava Tişrîn.

26'ê Nîsanê saet di 13.30 de çeteyên DAIŞ'ê bi çekên giran êrîş birin ser gundê Şergirat ê rojhilatê bajarokê Eyn Îsa."