'Erdogan dixwaze bi xwînê li ser desthilatdariyê bimîne, lê wê nikaribe'

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan da xuyakirin, ku Serokkomarê Tirk Erdogan dewamiya desthilatdariya xwe di nava şer û xwînê de dibîne û destnîşan kir, Qesr wê nikaribe vê bi ser bixîne."

Endamê Komîteya Rêveber a KCK'ê Mûrat Karayilan ji radyoya Dengê Kurdistanê re axivî. Karayilan di destpêka axaftina xwe de 4'ê Nîsanê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gelê Kurdistanê û hemû hevrêyên xwe pîroz kir.

ERDOGAN GOTINÊN EVREN Û ÇÎLLER DUBARE DIKE

Karayilan bal kişand ser daxuyaniya dawî ya Serokkomarê Tirk Erdogan ku digot, 'ya wê teslîm bibin yan jî wê hemû tine bibin' û ev nirxandin kir:

"Ew tiştên ku Erdogan bilêv kir, Kenan Evre jî di dema xwe de gelekî bilêv kir. Piştre Tansû Çîller ev dewam kir; bêhtir bilêv kir. Heta roja îro gelek caran îspat bû ku gotina 'Ya wê tine bibin yan jî wê teslîm bibin' pêk nayê. Gotinên Erdogan tê wateya şerê tinekirinê. Pêwîste hêzên navneteweyî, hemû aştîxwaz vê helwesta Erdogan bibînin. Ev îlana şer e; êrîşek li hemberî me ye. Yekî din jî radibe dibêje, 'Bila li Nisêbînê kevir li ser kevir, serî li ser mil nemîne!'. Ji wî heye ku li Nisêbînê kevir li ser kevir tê hiştin! Ji xwe vî tiştê ew dibêje dikin. Ev mejiyekî faşîst, nîjadperest û hov e. Ev dixwazin gelê me tine bikin û vîna gelê me teslîm bigire."

ERDOGAN DIXWAZE BI ŞER Û RIJANDINA XWÎNÊ DESTHILATDARIYA XWE BIDOMÎNE, LÊ WÊ NIKARIBE

Karayilan da xuyakirin, ku ew ne li dijî şexsan e, li dijî vê zîhniyetê ne û ragihand, yê îro vê zîhniyetê temsîl dike Erdogan e. 

Mûrat Karayilan destnîşan kir, ku gelê Kurd ê li hemberî vê zîhniyeta mêtînger, şoven, nîjadperest û faşîst, bi têkoşîna xwe re bersivê bide û got, "Erdogan ferman daye ku şerê li hemberî me hîn bêhtir bi çavsorî bê meşandin. Pêwîste hemû aştîxwazên li Tirkiyeyê û gelê Kurd li hemberî vê bisekinin. Ya ku îro gelê me û tevgera me dike ev e. Li hemberî pêkanînên wan wê ti carî gav paş de neyê avêtin, wê bi biryardariyeke mezin têkoşîn bê mezinkirin û bi ser keve. Ya ku beriya niha bi 36 salan nikarîbûn bihata kirin, gelo wê ji Erdogan bê ku bike? Na. Erdogan bi xwe jî dizane nikare bi ser keve. Lê li gorî Erdogan, bi şer û xwînê re dikare desthilatdariya xwe bidomîne. Bi ziman û pêkanînên xwe re yekîtiya Tirkiyeyê dixe nava xeteriyê. Bi vî rengî dixwaze Tirkiyeyê parçe bike. Ji ber ku eger bi vî rengî dewam bike, gelê Kurd jî wê li çareya serê xwe binêre. Bi ti awayî nepêkan e ku gelê me li ber van serî bitewîne. Pêwîste ev, di destpêkê de vê zîhniyetê biguherînin û ji hespê lê siwar bûne peya bibin. Eger bi vî rengî be hingî dikare bê nîqaşkirin. Lê belê wan li hemberî me şûr kişandine, em ê çawa karibin pê re nîqaş bikin! Li hemberî yê şûr kişandiye, divê şûr bê kişandin. Ev bi vî rengî ye. Ji xwe pêvajoya heyî jî bi vî rengî ye. Helwesta tevgera me û gelê me bi vî awayî ye."

NIHA LI NISÊBÎNÊ, LI ŞIRNEXÊ, ENDAMÊN DAIŞ Û EL NÛSRA ŞER DIKIN

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Karayilan diyar kir, divê hemû dost, hêzên navneteweyî û tevahiya cîhan vê berxwedana mafdar a gelê Kurd a lid ijî êrîşên qirkirinê û wehşetê bibînin û got, "Gelo hûn dizanin, niha li Nisêbînê DAIŞ şer dike? Beşek ji yên li Şirnex û Nisêbînê hatin kuştin endamên DAIŞ û El Nûsra ne. Ketine nava hev û bi rêbazên wehşî êrîşî Kurdan dikin. Divê haya gelê me ji vê hebe; li gorî vê yekê rêxistinbûyîn û helwesta xwe xurt bike. Gelên cîran û hêzên navneteweyî jî, lazim e rastiya van êrîşên AKP'ê bibînin."

DESTESERKIRINA BAJARÊN BERXWEDANÊ NAYÊ QEBÛLKIRIN

Li ser biryara hikûmeta AKP'ê a ji bo bo desteserkirina qadên berxwedanê bi taybetî Sûr û Silopiyayê, ku di bin navê 'cemawerîkirina' lezgîn de biryar hatiye derxistin, Karayilan ev hişyarî da: "Ev yek parçeyekî plana qirkirinê ye û nabe bê qebûlkirin. Vê yekê ji bo xwe weke firsendê dibînin. Hemû bajarên berxwedanê, bi rengekî ku mînaka wê li ti cihê dinyayê nîne, topbaran kirin, hilweşandin. Niha jî radibin dibêjin 'me dest danîn ser, me kir malê dewletê'. Tiştekî bi vî rengî li ku hatiye dîtin? Pêwîste gelê Kurd vê qebûl neke. Em qebûl nakin, Weke gel û tevgerê em destûrê nadin vê."

JI BER TÊK ÇÛNE, POH Û JOH BI HEV KETINE, ÎSTIFA DIKIN

Têkildarî nerazîbûn û nakokiyên navbera tîmên taybet ên Tirk, ku piştî berxwedana xurt a li Nisêbînê û qadên din ên berxwedanê gelekan xwestin îstifa bikin, Karayilan ev tespît kir:

"Bi qasî ku di çapemeniyê de hat weşandin, 1000 endamên POH (polîsên tîmên taybet) xwestine îstifa bikin û derbasî polîsiya normal bibin. Lê dewletê ev qebûl nekiriye. Beriya niha bi çend rojan li Nisêbîn li hemberî hev şer kirin. Eger li cihekî serketin hebe li wir her tişt normal diçe. Lê eger li cihekî têkçûn hebe, li wir pirsgirêk derdikeve. Nakokiyên navbera POH û JOH ji ber têkçûna wan e. Heta niha bi ser neketine. Bi taybetî berxwedêrên li Nisêbînê bi taktîkên balkêş şer dikin; bi vî rengî derbên giran li dijmin dixin. Tirs û bêçaretî xistiye nava wan. Lewma nakokiyên navbera wan kûr bûne. Bêguman ev ne tenê li Nisêbînê, li Şirnex û Geverê jî bi heman rengî ye. Heman berxwedan li Cizîr û Sûrê jî beriya niha hatibû nîşandan. Lê belê demsal zivistan bû, kes nikarîbû bi rehetî tevbigere. Ne tenê gerîla, gel jî nikarîbû bi hêsanî tevbigere.Wan bajaran bi tena serê xwe dîrok nivîsandin û berxwedaneke mezin nîşan dan. Îro li 3 bajarên cuda berxwedaneke girîng heye. Beriya her tiştî weke neteweya Kurd û hêzên demokrasiyê divê em ji xwe re weke deynekî bibînin û xwedî li wan derkevin. Girîng e her Kurdistanî di vî warî de xwe berpirsyar bibîne. Ev berxwedan ji bo çi ye? Ev berxwedan ji bo Xweseriya Demokratîk a Kurdistanê ye. Yanî ji bo mafên xwezayî yên gelê me ye. Ji bo jiyaneke azad a gelê Kurd e."

YPS EFSANEYÊN DIJÎN E

Karayilan di dewama axaftina xwe de berxwedêrên li van her sê bajaran ji dil û can silav kir û got, "Ew îro dîrokê ji nû ve dinivîsînin. Ew îro serkêşiya govenda azadiyê ya gelê Kurd dikin. Ew lehengî û fedekariyeke mezin dikin. Ew efsaneyên dijîn e. Lê belê bi tenê lêdana çepikan ji bo wan têrê nake; di heman demê de divê her kes xwedî li wan derkevin. Her Kured, her kesê ji xwe re dibêje 'ez demokrat im' divê xwedî li vê berxwedanê derkevin."

BIHAR HAT, DIVÊ TI CIWANÊN KURD LI MALÊ NEMÎNIN

Karayilan axaftina xwe wiha dewam kir: "Êdî bihar hatiye; pêwîste ti ciwanên Kurd li malê nemînin, tevlî têkoşîna pîroz bibin. Roj roja berxwedan û rûmetê ye. Divê em ji sedî sed bi ser kevin. Divê her kes tevlî bibe. Pêwîste Kurdên ne bi me re ne jî zanibin ev doz doza wan e. Hemû partiyên Kurdistanî jî girîng e vê pêvajoyê rast bixwînin û di navenda vê pêvajoya berxwedanê de cih bigirin."