‘Erdogan, Bonapartê îroyîne’

‘Erdogan, Bonapartê îroyîne’

Serokê berê yê Odeya Endezyarên Nexşerê Celal Beşîktepe, projeya veguhestina bajar a hikûmetê projeya Napolyon Bonapart ya ku di sala 1850’î de ji bo Parîsê ji krîza kapîtalîzmê derbixe ji nûve înşakirinê.  Beşîktepe da zanîn ku qedexeya Taksîmê bi veguhestian projeya bajar ve girêdaye û got: “desteserkirina qadê wek desteserkirina civakê ye.  Hegomonyaya li ser Taksîmê, divê wek hegomonyaya li ser xizanan bê zanîn.

Hikûmeta AKP’ê qexeya Taksîmê ya di 1’ê Gulanê de destpêkiribû, berfireh kir.  Cadeya Îstîklalê ji bo hemûrê hat girtin. Hemû meşên ku dihat xwestin li Îstîklalê bê kirin ji aliyê polîsan ve hat astengkirin.

AKP li aliyekê pêvajoya çareseriyê dimeşîne, li aliyê din li Taksîmê şîdetê li muxalîfan dike.  Serokê berê yê Endezyarê odeya Nexşerê Celal Beşîktepe der barê vê de axivî û got ev qedexe teqez têkildarî projeya veguhestina bajar a AKP’ê ye.

Beşîktepe da zanîn ku  kapîtalîzm ji bo ku krîzên xwe ji holê rabike bajar kirine wek metayê û got: “Warê bajarvaniyê wek têkiliyeke ku mirovan bi teşe dike, û mirov jî war bi teşe dike tê zanîn. Ji ber vê jî  kapîtalîzm li bajaran her tim hewl dide ku xizanan û komên din ji warên wan bikin.

VEGUHESTINA BAJARVANIYÊ ALIYEKÊ WÊ YÊ TARÎ HEYE

Beşîktepe wiha got: “Ji ber vê veguhestina bajar di warê mirovahiyê de xwedî ruyekî reşe.  Mirovan qebûl nake, çand, mirov û piştevaniyê tune dihesibîne. Têgeha ‘veguhestina bajarvaniyê’ cara yekemîn di sala 1840’an de li Fransayê hatiye bikarnîn.  Her wiha di vî alî de di navbera Napoyon Bonaparte û Tayîp Erdogan de jî şibandineke heye.

Beşîktepe wiha pê de çû: “Di sala 1848’an de li Fransayê krîz hebû.  Şoreşên burjuvayê bi şîdetê hatin tê kiribin. Çareserî pêk nehat.  Di 1851’ê de Bonaparte darbe kir û desthilatdarî girt. Piştî vê jî ji bo krîzê bi bajarvaniyê çareserî dît. Haussmann peywirdar kir.  Her wiha ji bo Parîs ji nûve bê înşakirin ked û sermayeyek mezin pêwist bû. Parîs hilweşandin û ji nûve dest bi avakirinê kirin.  Rêxistinên fînans û krediyê avakirin. Ev pergal 10 salan baş meşiya. Parîs bû bajarekî turîzm û kêfê.  Jiyan lê cuda bû. Sazî û amûrên deyn hatin afirandin. Lê piştî vê qada krediyê têk çû.  Piştre Napolyan ê 3’emîn şê Bîsmark da destpêkirin. Piştre Komunuê Parîsê di 1871’ê de hat.  Em aktoran biguhertin. Li şûna Napolyon Tayîp Erdogan bînin. Li şûna Haussmann, Erdogan Bayraktar bînin. Şerê Bismarkê jî bila şerê Suriyeyê be. Senaryonên  hilweşînê xwe dubare dikin.”

STENBOLÊ DIKIN BAJARÊ FÎNANSÊ

Beşîkteşe  da zanîn ku Stenbol bajarê sanayiyê bû piştî salên 1980’ê hel tê dayîn ku bi lez û bez bikin bajarê fînasê.  Beşîktepe destnîşan kir ku bi vî awayî dixwazin kedkar û bindestan ji rêxistinbûn û dîtbarî du bixin.

Beşîkteşe anî zimian ku  gelê ku di bin gefa veguhestina bajarvaniyê de divê bibin yek û xwe bi rêxistin bikin.