Çeteyên KNS ên ser bi dewleta Tirk û çeteyên ENKS ên ser bi Barzanî-PDK'ê êrîşên xwe yên li hemberî taxa Şêxmeqsûd didomînin. Çeteyên Tirkmen jî dîmenek weşandin û nîşan dan ku ew jî tevlî êrîşan bûne.
MAHÎR YILMAZKAYA
KOBANÊ
pêncşem, 14 avrêlê 2016, 11:50
Çeteyên qaşo Koalîsyona Niştimanî ya Sûriyeyê (KNS) ên ser bi dewleta Tirk û çeteyên ENKS ên ser bi Barzanî-PDK'ê êrîşên xwe yên li hemberî taxa Şêxmeqsûd didomînin. Eniya Tirkmen a Sûriyeyê jî dîmenek weşandin û nîşan da, ku çeteyên wan jî tevlî êrîşan bûne.
Ji roja destpêkê ya Şoreşa Rojava û vir ve dewleta Tirk dijminatiya xwe ya li Rojavayê Kurdistanê roj bi roj zêde kir. Dewleta Tirk ev dijminatiya xwe li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên li Sûriyeyê jî belav kir.
Komên çete yên ji bo tasfiyekirina Tevgera Azadiyê ya Kurd û Şoreşa Rojava li ser navê dewleta Tirk şer dikin, êrîşî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê, Ezaz û Efrînê dikin.
DI DIJMINATIYA LI KURDAN DE HEVKARIYÊ DIKIN
Dewleta Tirk qîma xwe bi êrîşên komên çete yên li xeta Ezaz û Efrînê nîne; di heman demê de bombeyan li hêzên QSD'ê û gundên li herêmê dibarîne. Çeteyên ENKS'ê yên ser bi Barzanî û PDK'ê jî, li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, li herêma Şehba, xeta Ezaz û Efrînê Kurdan qetil dikin.
Weke ku tê zanîn, çeteyên ENKS'ê ku navê 'Pêşmergeyên Rojava' li xwe kirine, beriya çend hefteyan li xeta Ezazê daxuyaniyek dabûn û di vê daxuyaniya bi dîmen de van çeteyan dabûn xuyakirin, ew ê nehêlin Ezaz, Cerablûs û Minbic bikeve. Ev yek dihat wê wateyê, ku dewleta Tİrk û Barzanî-PDK li ser bingeha dijminatiya li Tevgera Azadiyê ya Kurd, careke din bûne yek.
Dewleta Tirk û Barzanî-PDK, ji çeteyên KNS û ENKS'ê yên li ser Ezaz û Cerablûsê li herêmê bi cih kirine, desteka leşkerî û lojîstîk didin. Dewleta Tirk qîma xwe bi vê ve jî nîne û ji bo herêmê ji Kurdan xalî bike, bi xwe bombeyan li derdora Ezaz û Efrînê dibarîne.
Êrîşên giran ên çeteyên KNS û ENKS'ê yên li hemberî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, vê rewşê radixe pêş çavan.
ÇETEYÊN ENIYA TIRKMEN A SÛRIYEYÊ JÎ ÊRÎŞ DIKIN
Çeteyên Eniya Tirkmen a Sûriyeyê jî dîmenek weşand û nîşan da ku ew bi xwe jî di nava êrîşên li hemberî taxa Şêxmeqsûd de cih digirin. Di vî dîmenê çeteyên Eniya Tirkmen a Sûriyeyê de tê dîtin, ku êrîşî taxê dikin.
Di dîmen de tê dîtin, li ser fuze, roket û topên dojehê yên di êrîşên li dijî taxê bi kar tînin de nivîsên "Tolhildana birayên me yên li Enqere û Stenbolê şehîd ketine" hatine nivîsandin.
NIVÎS YEK E
Nivîsên çeteyên dema êrîşî Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dikin bi kar tînin û nivîsên çeteyên JOH û POH ên AKP/Qesrê di dema êrîşên xwe yên li Bakurê Kurdistanê de nivîsandin, weke hev in.
Çeteyên JOH û POH'ê dema li jêrzemînên li Cizîrê 200 kes qetil kirin nivîsa "Eşq li jêrzemînê tê jiyîn" nivîsandibûn. Komên çete yên Sûltan Mûard, Lîwa Hemze, Fatîh Sûltan Mehmet hwd. bi gazên kîmyewî êrîşî taxa Şêxmeqsûd kiribûn û di dema vê êrîşê de nivîsa "Eşq li Helebê tê jiyîn" nivîsandibûn.