Endamên eşîreta Zeydan bi merasimekê tevlî BDP’ê bûn

Endamên eşîreta Zeydan bi merasimekê tevlî BDP’ê bûn

Li navçeya Gevera Colemêrgê, li gel kurê Parlementerê berê yê AKP’ê Mustafa Zeydan, Abdullah Zeydan, 750 kes merasimekê tevlî BDP’ê bûn. Abdullah Zeydan diyar kir ku wî guh daye wijdana xwe û got: “Min di jiyana xwe de tişta herî bi şeref îmze kir” û bang li Kurdên di nava AKP’ê de kir ku îstîfa bikin.

Duh endamên eşîreta Zeydan berî ku tevlî BDP'ê bibin, ji navenda bajêr heta ber avahiya BDP'ê meşek pêk anî. Li vê derê ji aliyê rêveber û şaredarên BDP'yî yên navçeyan ve hatin pêşwazîkirin.

Ji ber tevlîbûna wan a BDP'ê, reveberên partiyê malavahiya Zeydan û beşdarên din ên eşîretê kirin. Piştî ku merasîma tevlîbûnê li ser navê malbatê Abdullah Zeydan axivî û got:

"Bi salan e min di gelek partiyên sîstemê de xebat kir, lê ti partî di çareseriya pirgirêka Kurd de ji dil nîne. Îradeya çareseriyê gelê Kurd bi xwe ye. Min guh da dengê wijdana xwe û ez tevlî BDP'ê bûm. Ev gel gelekî bi şeref e. Min jî biryara herî bi şeref û bi rûmet da û tevlî vî karwanî bûm.

Abdullah Zeydan herwiha bang li tevahiya Kurdên ku di nava AKP'ê de ne jî kir ku ji wê partiyê îstifa bikin û tevlî BDP'ê bibin.