Endamê YPS'ê Burakmak bi girseyî hate definkirin
Cenazeyê Endamê YPS'ê Ugur Burakmak ê ku li navçeya Sûrê ya Amedê hatibû înfazkirin li navçeya Farqînê ya Amedê hat definkirin.
Cenazeyê Endamê YPS'ê Ugur Burakmak ê ku li navçeya Sûrê ya Amedê hatibû înfazkirin li navçeya Farqînê ya Amedê hat definkirin.
Cenazeyê Endamê YPS'ê Ugur Burakmak ê ku di meha Adarê de li navçeya Sûrê ya Amedê ji aliyê hêzên dewletê ve hat înfazkirin û cenazeyê wî nêzî mehekê di morgê de hat sekinandin, li gundê Şifqet ê navçeya Farqînê ya Amedê bi girseyî hat definkirin. Parlamentera HDP'ê Nursel Aydogan, Hevşaredarên Farqînê, rêveberên HDP û DBP'ê, MEYA-DER û gelek kesên din tevlî merasîma cenaze bûn. Konvoya cenaze li gundê Qurtê ji aliyê sedan kesan ve hat pêşwazîkirin û piştre anîn gundê Şifqetê. Di ketina gund de girseyê darbesta Burakmak ji wesayîtê wergirtin û bi dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Ey Şehid Xwîna Te Li Erdê Namîne", "Bijî Berxwedana YPS'ê" û "Şehid Namirin" anîn mala şînê. Piştre cenaze careke din bi dirûşmeyan birin goristanê.
DAYIKA BURAKMAK: SERÊ ME BILIND E
Piştî karên definkirinê Hevserokê MEYA-DER'ê yê Amedê Hasan Pençe diyar kir ku ji bo azadiyê gelek berdêl dane. Dayika Burakmak Naşîde Burakmak jî wiha got: "Hûn hemû bi xêr hatine. Ez dayika Ugur im. Serê me bilind e. Em aştiyê dixwazin."
Birayê Burakmak Emîn Burakmak jî wiha got: "Hûn hemû dizanin Ugur şehîd e. Ji bo ev gel wekhev, azad û bi qîmet bijî şehîd ket. Hê jî li Kurdistanê şehîd dikevin. Ji bo dozê şehîd dikevin. Doza mafdar. Ew jî weke Egîd, Bêrîtan û Zîlan şehîdên Kurdistanê ne. Rêya şehîdan rêya me ye."
Piştî axaftinan girse derbasî mala şînê ya li gund bûn.