Cenazeyê Endamê Meclîsa Leşkerî ya Suryanî Coliyan Biho Osî ku di berxwedana gundê Til Hirmiz ê girêdayî Til Temir de jiyana xwe ji dest dabû, ji aliyê sedan kesan ve li goristana Suryaniyan hate definkirin.
Ji bo oxirkirina cenazeyê Osî bi sedan welatiyên ji bajarê Hesekê li Dêra Katedraî ya Meryem El-Ezra ya Ortodosk a li Taxa El Nasra kom bûn. Di merasîmê de ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê, Serokê Desteya Karûbarên Şehîdan Rêzan Gulo, Cîgirê Serokê Meclîsa Rêveber Hisên Ezam, Serokê Desteya Karûbarên Olî Şêx Mihemed El-Qadirî, Serokê Desteya Mafên Mirovan Senherib Bersum, Endamê Dîwana Meclîsa Zangonsaz Ekrem Mehşuş jî amade bûn.
Piştî wecîbeyên olî yên li vê derê, yek ji fermandarên Meclîsa Leşkerî ya Suryanî Matayî Matayî axivî û diyar kir ku berxwedana YPG/YPJ, Meclîsa Leşkerî ya Suryanî, Hêzên Sutoro ji bo parastina herêma Til Temir qurbanî dane û ev jî îspata hevgirtina di navbera hemû pêkhateyên herêmê de ye. Matayî diyar kir ku ev hêzên hevbeş heta ku çeteyên DAIŞ’ê ji tevahiya herêmê derdixînin, wê operasyonên xwe bidomînin.
Piştî axaftinên cenazeyê Osî bi karwanekî tirimpêlan birin Goristana Suryanî ya li Taxa Mişêrfe û li vir jî merasîmek leşkerî hate lidarxistin. Piştî merasîmê cenaze hate definkirin.
Di merasîmê nasnameyên şervanên Meclîsa Leşkerî ya Suryanî Jozef Efe û Mariyoz Hirmiz ku wan jî di berxwedanê de jiyana xwe ji dest dabûn, hatin aşkerakirin.