Endama Konseya KCK’ê: Xwedî li çalakiya girtiyan derkevin

Endama Konseya KCK’ê: Xwedî li çalakiya girtiyan derkevin

Endama Desteya Revebir a KCK’ê Sulbuz Perî çalakiya rojiya birçibûnê ya girtiyên siyasî yên kurd nirxand û bang li gelê kurd kir ku piştgiriyê bidin çalakiya rojiya birçibûne ya girtiyên siyasî yên kurd û got xwedî lê derkevin.

Sulbuz Perî pevajo heyî weke pêvajoya şoreşê bi nav kir û wiha got: “Pêvajoya ku em têde ne pêvajoya şoreşê ye. Pêvajoya şoreşa azadiya gelê kurd e. Divê demê de tevgera me jî pêngava şerê gelê şoreşgerî daye despê kirin. Li hember viya hemû dewletên dagirker yên ku destihilatiya xwe li ser Kurdistanê dikin, dixwazin pêngava ku gelê kurd û tevgera azadiyê ku ji bo azadî û bidesxistina statuya neteweyî ku avêtiye vala derxînin bi rengek topyekûn ketine nava hewildanan. Li ser vê bingehê hevkari dane avakirin, hevsengiyên nû saz kirine. Bi hevkari, bi piştgiriya teknîk û istîxbarat, aborî bi her awayî dixwazin fersanda azayê ku niha ketiye destê gelê kurd ji dest gelê kurd bigrin. Bi vî rengî dixwazin Înkar û Îmhayê wek her carî li ser gelê kurd ferz bikin. Ji bo pêkanîna vê jî xebateke berfereh dide meşandin. Li hember van hamleyan dewletên dagirker jî, tevgera me jî hemleya azadiyê daye despêkirin.”

BO SERKEFTINÊ BERXWEDAN

Perî di berdewamiya axaftina de diyar ki ku Rêber Apo li imrali li hember tecrîda giran di nav şert û mercên herî zehmet de pêşengtiya vê berxwedanê dike. Perî wiha pê de çû: “Serokatî digot; hebûne xwe biparêzin û xwe azad bikin. Ev diruşma demê ye. Ev jî bi berxwedanê mumkune. Ger berxwedaneke xurt li ser esasê pêngava nû dernekeve holê, emê nekarin erîş, plan û konseptên bi armanca imha û inkarê yên li ser gelê kurd hene têk bibin û emê nekarin azadiya xwe bi dest bixînin. Em dîroka xwe jî binerin hemû serkeftinê me bi berxwedanên mezin çêbûne. Nirxên hatin qezenç kirin bi berxwedanan mazlum, kemal, xeyriyan derketiye hole. Bi berxwedana 14’ê tirmeh û 18’ê gulanê û bi berxwedana gelek qehremanên me yên din têkoşîna me xwe bi ser lingan girt û bi hêz bû. Niha jî em ketine qonaxa şoreşê. Qonaxa şoreşê qonaxên dirokîne û di heman demê de bi xeterin jî. Ji bo fersenda azadiye û fersenda qezençkirina statuya neteweyî derketî hole baş bi nirxînin, hewceyî bi berxwedanekê ji herdemî bi hêztir heye. Di dema şoreşê de, seknek şoreşgerî ya hê bi biryar û bi hêz hewce dike. Pêwîsti bi berxwedaneke topyukun heye.”

DEWLETA TIRK NEÇAR MA RASTIYÊ BIPEJIRÎNE

Perî bal kişand ser berxwedana li Îmralî, şemzinan, zindanan û wiha got: “Rêber Apo ev 13 salin li zindana Îmraliyê berxwedanek bêhempa dimeşîne . Di heman demê de hevalên me li çiyan, li zindanan, li Kurdistan û derveyi welat di nav berxwedaniyekê bi rumet de ne. Di pêvajoya hamleya ‘Şerê Gelê Şoreşgerî’ de îro li Şemzinan, li Botan, li hemû herêmên din yên Kurdistanê û heta li metrepolên tirkiyê de şereke pir mezin tê meşandin. Dewleta tirk rastiya heye mecbûr ma ku weke şerek pejirand. Di vî şerî de gerîla vineke mezin nîşan da. Hem di milê taktik, hem jî milê pêvajo rastxwendinê de seknek mînak nîşan da. Her kes jî berxwedana gêrila ya li Şemzînan, Botan û herêmên din yên Kurdistanê nîşandayî dibînin. Kelehên ku artêşa tirk pişta xwe didan wan û operasyon li ser Başurê Kurdistanê dikirin, ew keleh gerîla kirin destê xwe. Gelek qad jî hê di bin kontrola gerila de ne.”

BERXWEDANA ZINDANÊ BI RUMETE

Perî di dewama axaftina xwe de çalakiya rojiya birçibûnê ya girtiyên siyasî yên kurd weke berdewama berxwedana li Îmralî û berxwedana li şemzînan bi nav kir û wiha axivî:“Li zindanên Tirkiyê û Kurdistanê , girtiyên PKK û PAJK’ê ev 37 rojin di gireva birçibûnê de ne û herî dawî jî bi hezaran girtiyan daxuyandin ku ew jî dikevin gireva birçîbûnê. Ev bexwedan bingeha xwe ji 13 sal berxwedana imralî hêz digre. Girtiyên azadiyê bi gireva birçîbûnê , berxwedana gerîla ya li çiyayên Kurdistanê li ser bingeha Şerê Gelê Şoreşgerî pêngava ku dest pê kiriye temam dike. Girtiyên azadiyê xwestin di vê pêvajoya dîrokî ya ku em weke pêvajoya azadiya gelê kurd binav dikin de bi çalakiye gireva birçibûnê pêşengtî bikin. Ji ber êrişen topyekun li ser gelê kurd û tevgera wê hene, lewma berxwedaneke topyekûn pêwîst dike. Girtiyên azadiyê jî bi vê zanistiyê tevgeriyane û dest bi gireva birçibûnê kirine. Li milekê berxwedana Rêber Apo ya li imrali, li milê pêngava gerila despê kir, li milê din girtiyên azadiyê ya li zindanên tirkiyê û Kuridistanê ev 37 roje çalakiya birçîbunê hatiye despê kirin. Girtiyê azadiyê di vê dema dirokî şoreşa azadî de, bi çalakiya birçîbûnê giyan û vîna şoreşgerî nîşandane. Di vê demê berxwedana zindanan gelek giring û birumete.”

BANGA PIŞTGIRIYÊ

Perî bag li gelê kurd kir piştgiriyê bidin berxwedana zindanan û wiha got: “Pêngav tenê li ser lingekê naçe serkeftine. Di dema pêngava şerê gelê şoreşgerî de pêdivî bi her alî de têkoşînê heye. Lingek vê gerîlaye, lingek gele û lingek jî zindanin. Tênê têkoşîna gerîla têr nake, divê lingê wê yê gel jî desteka xwe nişan bide. Zindanan bi çalakiya birçîbûnê tevlî pêngava nû ya ku tevgera me daye despê kirin bûye. Rêber Apo , gerîla û girtiyên zindanan di nav berxwedaneke mezin de ne, divê gelê me bi serhildanan û bi çalakiyên cur be cur têkoşîna xwe bilind bikin û xwe tevlî pêngava nû ya şerê şoreşgerî bikin. Divê gelê me li derve berxwedana zindanan bi tenê nehêle û destekek mizin nişan bide. Ji ber li derve derfeta bilindkirina berxwedanê hê zêdetire. Bi serhildan, bi çalakiyên cur be cur divê ku gelê me piştgiriya xwe ya ji bo berxwedana, Rêber Apo, berxwedana Şemzinan û berxweda li zindanan re nîşan bide. Bi çalakiyên xwe divê piştgiriyê bidin, berxweda ewladên xwe yên çiyan û zindanan. Divê bi çalakiyên xwe piştgiriyê bidin berxwedana Reber Apo ya Îmraliyê.”

JI BO JINÊN KURD BANG..

Perî bi taybet bang li jinên kurd, dayikên kurd kir wiha got: “Bi taybetî jî bang li jin û dayikên me yên bi salane leheng anîn dinê, perwerde kirin û rêkirin nav şoreşê, bi can, mal û bi hemû hebûna xwe li pey rêça Rêber Apo û şehidan meşiyan dikim ku ji her demî bêhtir destek bidin berxwedana ewladên xwe yên li zindanan.”

Perî bi bangawazikirina ciwanan dawî li axaftina xwe anî û got: “ Divê ciwanên kurd berxwedana Îmralî ya Rêber Apo , berxwedana Şemzinan, Botan û hemû herêmen din yên Kurdistanê û çalakiya rojiya birçibûnê ya girtiyên siyasi yên kurd ku bi îradeyek mezin tê meşandin re piştgiriya xwe nîşan bidin. Ji ber em dema şorêşê de ne û dem dema şerê gelê şoreşgeriye, lewma dem dema nîşandana giyana şoreşgeriye. Divê jin, dayik û keçên ciwan pêşengtiya vê pêngava nû bikin û li her qada ku lê ne ji çalakî û serhildanan re pêşengtî bikin.”