Encamnameya Konferansa Aştiyê hat eşkerekirin

Encamnameya konferansa bi serenavê "Aştiyeke çawa û ji bo kê" ya ji aliyê Navenda PEN a Tirkiyeyê û navenda PEN a Kurd ve li Amed hat organîzekirin û PEN a Navneteweyî ji destek dayê, hat eşkerekirin.

Encamnameya konferansa bi serenavê "Aştiyeke çawa û ji bo kê" ya ji aliyê Navenda PEN a Tirkiyeyê û navenda PEN a Kurd ve li Amed hat organîzekirin û PEN a Navneteweyî ji destek dayê, hat eşkerekirin. Encamname bi civîneke çapemeniyê ya li Salona Resepsiyonê ya Sumerparkê hat eşkerekirin. Di civîna çapemeniyê de Seroka PEN a Tirkiyeyê Zeynep Oral, Serokê PEN a Kurd Şehmûz Sefer, Alîkarê Serokê PEN a Navneteweyî Eûgene Schoûlgîn, Prof. Dr. Jean Pîerre Massîas û Prof. Dr. Jabbar Kadir amade bûn.

AŞTIYEKE BI RÛMET

Encamnameya konferansê bi zimanên Kurdî û Tirkî hat amadekirin. Serokê PEN a Kurd Şehmûz Sefer bi Kurdî, Seroka PEN a Tirkiyeyê Zeynep Oral jî bi Tirkî xwend. Oral destnîşan kir, di van rojên ku bilêvkirina gotina aştiyê jî weke sûc tê dîtin de, tevî hemû astengî û zehmetiyan wan pêwîstiya bi aştiyê nîşan dane.

Oral got, "Me biryar dan dengê xwe bidin bihîstin. Em dixwazin xewn û xeyalên zarokên xwe pêk bînin û cîhaneke lê dikare bê jiyîn, ji wan re bihêlin. Ji bo em berpirsyariya xwe ya şexsî bi cih bînin, ji Hrant Dînk heta Tahîr Elçî ji bo em xwedî li keda canên di oxira aştiyê de jiyana xwe ji dest dane derkevin, em li hev civiyan. Li navenda vê erdnîgariya bi şer tê xerakirin li Amedê em li hev civiyan û bi biryardarî ji bo aştiyeke bi rûmet me bang kir."

BANG

Bangên aştiyê yên di konferansê de hatin kirin bi vî rengî ne:

"Em bang li hemû aliyên şer dikin ku çekê deynin û dest bi diyalogê bikin.

Em dixwazin hurmet ji mafê her kesî yê jiyanê, welatîbûn, xweserî û nasnameyê re bê nîşandan.

Em li bendê ne, yên gotina 'Me biryara vî şerî daye' derhal ji vê biryara xwe  vegerin û di vî warî de daxuyaniyekê bidin.

Li bajarên hatine xerakirin, operasyon tavilê bên sekinandin û veger li jiyana asayî bê kirin.

Em dixwazin hemû saziyên cemaweriyê yên neteweyî, herêmî û navneteweyî, rêxistinên civakî yên sivîl destekê bidin vê banga me ya aştiyê, medya dest ji sorkirina şer berde û derhal zimanê aştiyê bipejirîne."

Oral da xuyakirin ku pirsgirêkên heyî hatine kûrkirin û zerareke mezin li mirovên sivîl ên bêguneh dibe.

'DIVÊ DERHAL LI MASEYÊ VEGERIN'

Alîkarê Serokê PEN a Navneteweyî Eûgene Schoûlgîn jî got, "Ez dixwazin, şerê li vê erdnîgariyê diqewime tavilê bisekine û veger li diyalogê bê kirin. Ji hina heye ku eger nîqaşa pêvajoya aştiyê bi ser nekeve, wê çareserî bi şer pêk were. Lê rewşeke bi vî rengî nîne. Berevajî, pêwîstî bi hîn bêhtir bi diyalog û çareseriyê heye."

Prof. Dr. Jabbar Kadir jî xwest şer derhal bê terikandin û alî li maseya çareseriyê vegerin. Kadir got, "Em dixwazin daxwaza xwe ya aştî û azadiyê careke din li Amedê bilêv bikin."