Encamnameya civîna MSD'ê hat eşkerekirin
Di encamnameyê de metna Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyeyê hat qebûlkirin û destnîşankirin, MSD wê ji bo bicihanîna sîstema federal li tevahiya Sûriyeyê bixebite.
Di encamnameyê de metna Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyeyê hat qebûlkirin û destnîşankirin, MSD wê ji bo bicihanîna sîstema federal li tevahiya Sûriyeyê bixebite.
2. civîna asayî ya Desteya Siyasî ya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) bi dawî bû.
Di encamnameya civînê de metna Sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyeyê hat qebûlkirin û destnîşankirin, MSD wê ji bo bicihanîna sîstema federal li tevahiya Sûriyeyê bixebite.
2. civîna asayî duh li bajarê Qamişlo bi beşdariya 28 endaman pêk hat. Encamnameya civînê bi daxuyaniyeke çapemeniyê hat eşkerekirin.
Daxuyanî ji aliyê endamê Desteya Siyasî ya MSD'ê Hîkmet Hebîb ve hat xwendin.
Encamname ji van serenavan pêk tê:
"Em êrîşên li dijî gelê sivîl ên li tevahî herêmên Sûriyeyê û bi taybet herêmên Şehba û Taxa Şêxmeqsûd ku komkujî û binpêkirinên mafên mirovan ji aliyê komên çekdar ên radîkal ên ku heman komkujiyan li dijî gelek bajarên Kurdan ên Bakurê Kurdistanê yên mîna Nisêbînê jî pêk tînin şermezar dikin. Her wiha em hêzên Tirkiyeyê ku êrîşî bajarê Qamişlo yê Rojava jî dike û bi vê yekê re desthiladariya niştimanî ya Sûriyeyê binpê dike, şermezar dikin.
Dîsa em hemû binpêkirinên ku li hemberî agirbestê tên kirin û nahêlin alîkariyên mirovî derbasî hemû herêmên Sûriyeyê yên dorpêçkirî bibin şermezar dikin û ji Konseya Ewlekariyê û civaka navneteweyî dixwazin ku li hember van kiryaran berpirsyariya xwe ya hesabpirsînê bicih bîne.
Divê çareseriya siyasî ji aloziya Sûriyeyê re di danûstandinên Cenevreyê û xebatên aliyên ku civîna Cenevreyê birêxistin dikin; ango Amerîka, Rûsya û Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî li Sûriyeyê Steffan De Mistura de bê misogerkirin.
Meclîsa me amade ye tevlî pêvajoya pêş a danûstandinên Cenevreyê bibe. Lê belê ev yek wê bi şertê ku nûnertiya muxalefetê bêyî tu dûrxistinan bi rêkûpêk pêk bê, dikare pêk bê. Ji ber ku dûrxistina nûnerên gelê Sûriyeyê, rêveçûna danûstandinan, pêkanîna guherînê û veguhezîna siyasî asteng dike.
Rêziknameya hundirîn a Meclîsa Sûriyeya Demokratîk û bernameya wê ya siyasî hat erêkirin û mekanîzmaya rêxistinkirina meclîsê li herêmên din ên Sûriyeyê hat amadekirin. Her wiha rêxistinkirina nûnertiyên meclîsê yên li derve jî ji nûve hat rêxistinkirin û li gorî wê ew ê navendên Meclîsê li gelek deverên Sûriyeyê jî bên vekirin.
Meclîsa Sûriyeya Demokratîk di çarçoveya rêgeza nenavendî de, sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyeyê ji bo Sûriyeya pêşerojê dipejirîne û fermiyeta îlankirina sîstema Federaliya Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyeyê teqez dike. Ev sîstem nimûneya çareseriyek pêşketî ya ji aloziya Sûriyeyê re ye. Divê ev sîstem di destûra pêşerojê ya Sûriyeya pêşerojê de jî bê misogerkirin.
Civîna me berxwedana QSD'ê ya li hember komên terorîst silav kir."