Encamnamepya konferansa Komela Êzîdiyan li Rojava aşkere bû
Encamnamepya konferansa Komela Êzîdiyan li Rojava aşkere bû
Encamnamepya konferansa Komela Êzîdiyan li Rojava aşkere bû
Komela Êzîdiyan li Rojavayê Kurdistanê 10’ê Adarê li bajarê Efrînê duyemîn konferansa xwe pêk anîbû. Encamnameya konsefansê hat aşkere kirin.
Duyemîn Konferansa komeleya Êzidiyan 10 Adarê li Efrînê bi beşdariya 341 delegeyan bi slogana, "bi rêxistinbûyinê emê azadiya xwe bidest bixin'' pêk hatibû. Encamnameya konferansê hat aşkerekirin.
Herweha bername komeleyê û kar û xebata dema bê jî bi awayekî berfireh ji hêla beşdaran ve hat guftûgokirin.
Di dawiya konferansê de komîteya rêveber a ji 9 kesan hat hilbijartin û komîteyên çandê, Ciwanan, Sporê, Jinan, Ragihandinê, perwerdê û lihevanînê jî hatin avakirin.
Di belavoka dawî ya konferansa komeleya Êzîdiyên Rojava de biryarên li jêr hatin diyarkirin:
-Berhevkirina hemû belgeyên der barê kelepora ola Êzdatiyê de.
-Li herêmên ku Kurdên Êzîdî lê dijîn, perwerdeya Ola Êzdahî were dayin.
-Di belgeyên kar û barên sivîl ên fermî de, rewşa Ola Êzdahî li ber çavan bê girtin.
-Asta tendûristî, civakî, çandî were bilindkirin, herweha mafên jinan bên misogerkirin û qelen û nextê jinan jî bi temamî werin rakirin.