BI DÎMEN

Encamên derba giran a li Şemzînanê li artêşa Tirk hat xistin

Li Şemzînanê, hêzên gerîla dor li leşkerên Tirk girtin û derba giran li wan xistin. Di encamê de 47 leşker hatin kuştin û çekên wan hatin rakirin.

Artêşa Tirk roja 26'ê Tebaxa 2016'an, li girê Mergê Ronahî yê li navçeya Şemzînan a Colemêrgê dest bi operasyoneke berfireh kir. Gerîlayên HPG û YJA Starê bersiv dan operasyonê û bi derbên leşkerên Tirk ji herêmê qewirandin. Her wiha dest danîn ser gelek çekan.

Tîma ANF'ê ya li herêmê şer dişopîne, bi gerîlayên tevlî vî şerî bûn re hevdîtin kir û dîmenê çekên di vê operasyonê de hatin desteserkirin, kişand.

DI ROJA DESTPÊKÊ DE 30 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Li gorî agahiyên nûçegihanên me ji herêmê bi dest xistin, di şerê roja destpêkê ya operasyonê de 30 leşker hatin kuştin. Di roja duyemîn de gerîlayan xwe gihandin ser gir û li vir şer kirin. Di vî şerî de 3 leşker hatin ukştin. Gerîla Ronahî ku 3 çek ji ser leşkeran rakir qala vî şerî kir: "Leşkerên tevlî operasyonê bûbûn, gelekî tirsiyan. Dema dengek dibihîstin diketin nava panîkê û di cih de direviyan. Leşker gelekî belawela bûn. Mirov ji ser çavên wan, rewş û tevgera wan didît bê çiqasî ditirsin û di nava panîkê de ne. Ew bi xwe jî dizanin; nikarin li çiyayên Kurdistanê bijîn."

Artêşa Tirk di du rojên destpêkê yên operasyonê de hatin şikandin. Li dijî artêşa Tirk hêzên gerîla dest bi pêngaveke nû kirin. Gerîlayan piştre li dijî nuqteyên leşker lê ne çalakî lidar xistin. Gerîlayan bi saetan bi bombe û kleşan li leşkerên li ser girê Ronahî xistin. Gerîlayê bi navê Senar, ku di vî şerî de cih girt, qala wê kêliyê dike:

ME GELEK ÇEK JI SER LEŞKERAN RAKIR

"Di çalakiya hevalan de zêdeyî deh leşker hatin kuştin. Gelek leşker jî di nava panîkê de xwe ji gir berdidan xwarê. Heval çûn ser cenazeyên leşkeran û gelek cebilxane rakirin. Di nava van cebilxaneyan de bîksiyek, karnasek, du bombeavêj, çekek melez, çekek engerek û dûrbîna wê, du dûrbîn, rext, baryar û malzemeyê leşkerî hene."

...