Hevserokên KCD’ê bi wesîleya 76’emîn rojbûna Ocalan hatin Amarayê, goristana dayik û bavê Ocalan ziyaret kirin. Hevserokan gotin: “Ji ber kesayetekî weke Ocalan ji bo gelê cihanê anîne vê cihanê em gelekî bi mînetdar in.”
ANF
RIHA
şemî, 2 avrêlê 2016, 17:21
Hevserokên KCD’ê bi wesîleya 76’emîn rojbûna Ocalan hatin Amarayê, goristana dayik û bavê Ocalan ziyaret kirin. Hevserokan gotin: “Ji ber kesayetekî weke Ocalan ji bo gelê cihanê anîne vê cihanê em gelekî bi mînetdar in.”
Hevserokên KCD’ê Leyla Guven û Hatîp Dicle, Rêveberên TUHAD-FED, Aktivîstên KJA’yê û Wekîlên HDP’ê yên ku bi wesîleya 4’ê Nîsanê 76’emîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin navçeya Xelfetî ya Rihayê bi ferdên malbatê re goristana Dayika Ocalan Uveyş û bavê Ocalan Omer ziyaret kirin.
‘EM MÎNETDARÊN DAYIKA UVEYŞ Û BAVÊ OMER IN’
Hevseroka KCD Leyla Guven li goristanê axivî û bi bîr xisti ku bi wesîleya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatine Amara yê û wiha got: “Em ji bo pîrozkirina rojbûna Birêz Ocalan hatine vir. Em dayika Uveyş û bavê Omer ên ku Ocalan anîne cihanê bi rêzdarî li ser goristanên wan bi bîr tînin. Em mînetdarên wan in. Hemû gelê Rojhilata Navîn bi saya felsefeya Ocalan ronî dibin. Em weke jinên Kurd mînetdarên Ocalan in.”
‘EM Ê RÊYA AZADIYA OCALAN BIŞOPÎNIN”
Guven diyar kir ku gelê Kurd li ser lingan in, gelê Kurd êdî ji bo gelê xwe li ber xwe dide. Guven anî ziman ku gelê Kurd ji bo nasnameyeke azad û jiyaneke azad li ber xwe dide. Guven wiha axivî: “Gelê Kurd wê rêya azadiyê ya ku Birêz Ocalan dayî destpêkirin heta dawî bişopîne. Gelê Kurd êdî jiyaneke bê statu napejirîne. Ji bo vê Birêz Abdullah Ocalan ê ku rêya azadiyê nişanî me kirî roja 4’ê Nisanê ya ku rojbûna wî ye, bi awayekî coş pîroz bikin. Divê her kes ji bo aştiyê were vir û rojbûna roja me bi awayekî girseyî pîroz bikin.”