'Em li cem malbata Yalçin û Apak bin'

Konseya Demokratîk a Kurd li Fransayê, ji bo Ûmût Yalçin ê dema ji pîrozbahiyên Newrozê vegeriya di encama qezayekê de jiyana xwe ji dest da sersaxî xwest û bang li gelê Kurd kir ku li cem malbata Yalçin û Apak be.

Konseya Demokratîk a Kurd li Fransayê, ji bo Ûmût Yalçin ê dema ji pîrozbahiyên Newrozê vedigeriya di encama qezayekê de jiyana xwe ji dest da, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Kurê 14 salî yê malbateke me ya welatparêz a giranbuha Ûmût Yalçin, dema ji pîrozbahiyên Newrozê vedigeriya mala xwe, ji ber qezayeke bêbext, jiyana xwe ji dest da. Li ser bingeha xwedîdeketina Ûmût Yalçin weke Şehîdê Newrozê, em bang li tevahiya gelê xwe yê welatparêz dikin ku li cem malbata Yalçin û Apak be. Di serî de malbata Apak û Yalçin, em ji tevahiya gelê xwe re sersaxiyê dixwazin."